Nasnameya 9 şervanên YPG/YPJ’ê hatin eşkerekirin
YPG’ê nasnameya 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên di navbera 19-23’yê Tebaxê de li cihên cuda şehîd bûne eşekere kir.
YPG’ê nasnameya 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên di navbera 19-23’yê Tebaxê de li cihên cuda şehîd bûne eşekere kir.
YPG’ê bi daxuyaniyekê nivîskî nasnameya 9 şervanên YPG û YPJ’ê yên li cihê cuda ku di dîroka navbera 19-23’an de şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:
“Pêvajoya şoreşa Rojava a 7 sale ku bi berdêlên giran û bi tekoşînek mezin bûye şahîda berxwedanek ku di dîrokê de kêm hatiye dîtin. Yek ji van berxwedanên mezin jî di sala 2014’an meha Tebaxê de girêdayê Kantona Cizîrê li Cezaa de di şerekî mezin a 10 rojan de derketiye pêş. Di vê pêvajoyê ku çeteyên DAİŞ’ê bajarê Musilê dagir kiribû û amadekariyên dagirkirina Şengalê dikirin, DAIŞ dixwest korîdora mirovahî ya di navbera Rojava û Şengal de bigire bi girtina Cezaa’yê jî dixwest qirkirina liser gelê Şengalê temam bike. Çeteyên DAIŞ’ê li Mûsil û herêmên din ku dagir kiribû bi hezaran çeteyan ve û bi her cûre çeken giran ve di 19’ê Tîrmehê de êrîşê Cezaa kiribû. Li hember êrîşê bi hezaran çeteyan û çeken giran de şervanên me bi kêmderfetî û bi çekên ferdî 10 roj bi awayek fedaiyane şerê tekoşînê dane meşandin. Bi pêkhatina berxwedanê ve çete negihiştine armancên xwe û canê bi hezaran gelê me jî di vê berxwedana bi heybet de hatiye rizgarkirin. Derbeyê herî giran ku DAIŞ xwariye cîhê yekemîn jî Cezaa ye.
Ruhê qehremantiyê a vê berxwedanê bi rihê xeta fedayî a Apoyî de li hember çeteyên DAIŞ’ê de derketiye holê û bi vê ruhê ve çeteyên DAIŞ’ê paş gav dane avêtin. Em 9 hevalên xwe yên ku di vê berxwedana mezin de bi awayek fedaiyane şer kirine û gihiştine şehadetê em bi rêzdarî û bi minnetî bibîr tînin. Jiber şert û mercên şer em neçar mane ku nasnameya van 9 hevalên xwe di vê pêvajoyê de aşkere bikin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Agir Hêja
Nav û Paşnav: Orhan Demîr
Navê Dayikê: Nubar
Navê Bav: Abuzer
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxê 2014’an
***
Nasnav: Avaşîn Tolhildan
Nav û Paşnav: Muhbet Tokdemîr
Navê Dayikê: Remziye
Navê Bav: Mehdî
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014’an
***
Nasnav: Avînar Edessa
Nav û Paşnav: Suzan Yaman
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Hisên
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014’an
***
Nasnav: Cudî Efrîn
Nav û Paşnav: Sebîh Ardin
Navê Dayikê: Hediye
Navê Bav: Reşîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014’an
***
Nasnav: Firat Zagros
Nav û Paşnav: Abdulqadir Akkuş
Navê Dayikê: Rabîa
Navê Bav: Eyûb
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014’an
***
Nasnav: Harun Koçer
Nav û Paşnav: Mehmet Sagli Çagli
Navê Dayikê: Behiye
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014’an
***
Nasnav: Jîn Sêrt
Nav û Paşnav: Zelal Gûneş
Navê Dayikê: Menekşe
Navê Bav: Senedîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxê 2014’an
***
Nasnav: Nuda Karker
Nav û Paşnav: Vahîde Aladag
Navê Dayikê: Şekernaz
Navê Bav: Adil
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxê 2014’an
***
Nasnav: Rêzan Cudî
Nav û Paşnav: Egîd Çapan
Navê Dayikê: Keser
Navê Bav: Mehmud
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014’an
Em di serî de şehîdên Cezaa ku her kêliya tekoşîna şoreşa Rojava bi fedekariyên mezin ava kirine û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û bi minnetî bibîr tînin, em soza girêdanbûna bîranînên wan heya gihandina serkeftinê dûbare dikin.