Ehmed: Rêxistinên alîkariyê divê xebatên xwe bidomin

Hevserokatiya Rêveberiya MSD’ê Îlhan Ehmed, destnîşan kir ku hevdîtinên li gel rejîmê wê bandorê li saziyên alîkariyê nekin, daxwaza domandina xebatan kirin. Ehmed ‘Radestkirina Bakurê Sûriye ya rejîma Sûriyeyê’ jî derewand.

Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlhan Ehmed, bi rêxistinên alîkariya mirovî û xizmetê yên li Bakûrê Sûriyeyê kar dikin re civiyan. Di civîna li navenda MSD’ê ya li navçeya Eyn Îsa ye hate kirin, bûyerên dawî yên li herêmê û hevdîtinên MSD’ê yên li gel rejîma Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.

‘BANDORÊ LI RÊXISTINÊN ALÎKARIYÊ NAKIN’

Ehmed îdîayên ku ‘MSD wê Bakurê Sûriyeyê radestî rejîma Sûriyeyê’ bike bi zimanek tund derewan. Ehmed da xuyakirin ku li gel hêzên rejîmê têkildarî xizmet û alîkariyên mirovî yên jiyanî ji bo gelê herêmê gotûbêj kirine, hevdîtin wê bandorê li sazî û rêxistinê mirovî û alîkariyê yên li Bakûrê Sûriyeyê xebatan dike bandor neke.

Ehmed bibîr xist ku li gel hêzên rejîm li Bakurê Sûriyeyê li ser ximzetên tenduristî, li Tebqayê jî pirsgirêka avê û dîsa pirgirêka perwerdehiyê ya li Minbicê nîqaşkirine.

Hevserokatiya Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlhan Ehmed, daxwaz ji nûnerên rêxistinên di civînê de cih girtibûn kir ku xebatên xwe yên alîkariyê bidomînin.