Cenazeyê endamê hêzên xweparastinê Derwîş hate veşartin

Endamên Xweparastinê Emîr Derwîş (Emîr Kobanê) yê ku di Bendava Rojava de şehîd bûbû li Goristana Şehîd Dîcle hate veşartin.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Emîr Derwîş (Emîr Kobanê) yê ku li Benda Rojava şehîd bibû bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Welatiyan alayên YPG, YPJ û ya Hêzên Erka Xweprastinê û wêneyên şehîdan hildan.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir. Paşê Cîgira Hevserokê Desteya Parastinê Nebo Temo axivî û anî ziman ku meha Tebaxê meheke pîroz e, piştî 7 rojan 15’ê Tebaxê tê ya ku li dijî dijmin têkoşîne çekdarî hatiye destpêkirin.

Nebo Temo got ku, "Bi saya xwîna van şehîdan Kurd her tim wê bi bi ser bikevin. Çawa Kobanê ji çeteyan hate rizgarkirin û Efrîn jî wê rizgar bibe."

Her wiha li ser navê TEV-DEM`ê Adil Hecî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha anî ziman:"Eger ne ji van şehîdan bûye, me nedikarî bi armanî jiyan bikira.”

Wesîqeya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Welatiyan cenaze di nava dirûşmeyan spartin axê.