Li gundê Basilê yê Şêrawa teqîn
Li gundê Basilê yê Şêrewaya Efrînê, li herêma çeteyên dewleta Tirk a dagirker lê dimînin teqîneke mezin pêk hat.
Li gundê Basilê yê Şêrewaya Efrînê, li herêma çeteyên dewleta Tirk a dagirker lê dimînin teqîneke mezin pêk hat.
Li gundê Basilê yê navçeya Şêrewayê li devera ku çete lê dimînin teqîneke mezin pêk hat. Tê gotin ku teqîn di tankeke dewleta Tirk a dagirker de pêk hatiye.
Li gorî agahiya çavkaniyên herêmî, li gundê Basilê ku çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker lê disekinin teqîneke mezin pêk hatiye.
Di vê teqîna ku leşker û çete hatine kuştin de hê di derbarê hejmara kuştiyan de agahiyeke şênber bidest neketiye.