Mislim: Mafên siyasî û çandî, bazar li ser wan nabe

Berpirsê Komîteya Karê Derve ya TEV-DEM’ê Salih Mislim li ser mijara hevdîtinên bi rejîma Sûriyê re ji AFP’ê re axivî. Mislim got mafê siyasî û çandî ne mijara bazarê ye.

Bi rejîma Şamê re danûstandinên fermî 26’ê Tîrmehê dest pê kirin. Salih Mislim derbarê danûstandinan ji AFP’ê re axivî û got, ‘’Çi derbarê saziyan û çi derbarê demokrasiyê be, em hewl didin çi tiştê têkildarî xweseriyê biparêzin.’

Mislim got hişmendiya ku Sûriyê dorpêç kiriye hê ji vê rêveberiyê re ne hazir e û got ji bo vê sedemê gav bi gav pêşketin çêdibin.

Heta şerê navxwe yê 2011’an destûr tenê ji partiya Beasê  ya navendîparêz a li desthilatê hebû. Esad jî ji bavê xwe Hafiz Esad desthilatî dewr stand.

Mislim got, ‘’Sûriye êdî wê ne Sûriyeya berê be’ û got, ‘’Divê pergaleke demokratîk û navendiya-ademî were qebûlkirin’’.

Mislim got berê rejîmê qet ew muxatab nedidîtin û domand, ‘’Lê bi vîn, rêxistinî û hêza xwe niha hevseng guherî ne’’.

Li gorî Mislim danûstandinên bi rejîmê re tenê li herêmên Kurd wê bi ‘guherîna ji rêzê ya desthilatê’ nemîne.

Mislim domand, ‘’Em dixwazin her kes bi azadî, bi reng û dengê xwe bijî. Pêdivî pê tine ku rêveberiya xwser danûstandinê li ser mafê çandî û siyasî bike.’’

Mislim got ev ê ji bo  tevahiya  Sûriyê bibe model.

Li gorî AFP’ê hin analist dibêjin Esad bi şertê ku pergala xweser were rûxandin wê tenê mafê çandî nas bike.

Lê Îlham Ehmed ku tevlî hevdîtinên bi rejîmê re bûyî got xwerêveberî destekeftiyek ji şerê dijî DAÎŞ’ê ye. Ehmed îdîayên ku rejima dixwaze hêzên Kurd tasfiye bike li derewê qeliband û got, nîqaşeke wiha nehatiye kirin.