Li Hindistanê baran mûsonê: Herî kêm 18 kes mirin
Li eyaleta Gujarat a li bakurrojavayê Hindistanê, ji roja Duşemê û vir ve barana mûsonê dibare. Herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li eyaleta Gujarat a li bakurrojavayê Hindistanê, ji roja Duşemê û vir ve barana mûsonê dibare. Herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hikumeta eyaleta Gujaratê êvara Sêşemê daxuyaniyek da û got, "Di encama bûyerên ji ber baranê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li herêmên nizm bi dehan kes hatin rizgarkirin."
Li gorî daxuyaniya roja Çarşemê ya hikumeta eyaletê gelek kes ji ber birûskê, gelek jî ji ber hilweşîna avahiyan jiyana xwe ji dest dan.
Hikumetê diyar kir ku ew li bendê ne barana zêde dewam bike, lewma tedbîran di ber çavan re derbas dikin.
Li Hindistanê di navbera Tîrmeh û Îlonê de ku demsala mûsonê ye lehî radibin, hezaz rû didin. Zanyar dibêjin, ji ber guherîna avhewayê bûyerên bi vî rengî zêde bûne.