Li Sûweydê hêzên rejîmê û DAÎŞ şerê hev dikin

Li bejahiya Suweydê hêzên rejîmê û DAÎŞ şerê hev dikin. Li Xûmisê êrîşeke bi amûrên hewayî li dijî Baregeha Şayratê pêk hat.

Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê got li rojhilat û rojhilatê bakur ê Sûweydê, li gelek herêman di navbeyna hêzên rejîmê û çeteyên DAÎŞ’ê de şer heye.

Di şer de gelek moşek têne avêtin û hêzên rejîmê dixwazin DAÎŞ’ê li Sûweydê biqedînin.

FIKARA LI SER REHÎNEYAN

Ji ber sedema şer fikar li ser ewlehiya jiyanê ya rehîneyên Sûweydî heye, ku di dest çeteyên DAÎŞ’ê de ne.

Piştî ku Sûweydiyan nexwestin ku çeteyên DAÎŞ’ê di Yermûkê re neqlî Sûweydeyê bikin, hevdîtinên di navbeyna Rûsya û DAÎŞ’ê bi asteng bûn. Tê gumankirin ku çete birin rojhilatê Xûmisê yan jî Dêrazorê, diyar bû ku çeteyan ev vebijêrk red kiriye.

ÊRÎŞA SER BAREGEHA ŞAYRATÊ

Mala Çavdêr her wiha got li rojhilatê başûr ê Xûmisê gelek teqîn çêbûne, sedema teqînan êrîşa bi amûrên hewayî ye ku birine ser baregeha hewayî ya leşkerî ya Şayratê ya bi Xûmisê ku bi kontrola rejîmê ye.

Piştî êrîşa bi amûrên hewayî ya bi ser baregeha leşkerî ya Rûs a Hmeymimê de, ev dibe êrîşa pêşî.