Li Efrînê 2 leşkerên Tirk û 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyek lidarxistin û di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk û 3 çete kuştin. Di çalakiyê de leşkerekî Tirk û 6 çete jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyên xwe yên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Şervanên me di 28’ê Çileyê de li gundên Efrînê li dijî dagirkeran 2 çalakî li dar xistine. Kitekitên çalakiyan wisa ne;

1. Şervanên me di 28’ê Çileyê de li gundê Gobelê Efrînê wesayîteke cebilxaneyê kiriye hedef a ku tê de leşkerên Tirk û terorîst tê de bûn. Di vê çalakiyê de 2 leşker û terorîstek hatine kuştin û leşker û 3 terorîst jî birîndar bûne. Cebilxaneya di wesayîtê de jî hatiye îmhakirin.

2. Di 28’ê Çileyê de hêzên me li gundê Dêrmişmiş ê Efrînê li dijî koma çeteyan a bi navê Ehrar El-Şam çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne.”