Şervanên YPJ’ê û QSD’ê êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê têk birin
Şervanên YPJ’ê û QSD’ê yên di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de bi pêş ve diçin êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser gundê Moza û Maraşdê têk birin.
Şervanên YPJ’ê û QSD’ê yên di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de bi pêş ve diçin êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser gundê Moza û Maraşdê têk birin.
Di 24 Çile seat 7’ê sibê de çeteyên DAİŞ’ê êrîşê çeperên YPJ û QSD yên gundê Mozan û Maraşdê kirin. Di şerê heta seatên êvarê dewam kir de, bi dehan çete hatin kuştin. Her wiha gelek amûrên leşkerî yên çeteyan hate îmha kirin.
YPJ’ê ev agahî parve kir:
Di 24 Çile seat 7’ê sibê de çeteyên DAİŞ’ê êrîşê çeperên YPJ û QSD yên gundê Mozan û Maraşdê kirin. Di şerê heta seatên êvarê dewam kir de, bi dehan çete hatin kuştin.Her wiha hejmareke zêde ya çeteyan jî xwe radestî hêzên YPJ û QSD’ê kirin. Di encama van şer de gundê Mozan ji çeteyan hate paqij kirin û qismek ji gundê Maraşdê jî kete bin kontrola şervanan. Heta kêliya niha jî şervanên QSD û YPJ di eniya Bahoza de pêşde diçin.”
Kêliyên şer Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê parve kir.