Şahiya salvegera 4`emîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê û salvegera 5`emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kobanê li Qada Şehîd Egîd hate lidarxisitn.
Di şahiyê de hevseroka Herêma Firatê ya Bakurê Sûriyeyê Sara Xelîl axivî û salvegera 4`mîn a rizgarkirina Kobanê li malbatên şehîdan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesên ku tev li çalakiya greva birçîbûnê bûne, di serî de Leyla Guven û Nasir Yagiz pîroz kir.
Sara Xelîl berxwedana gelê Başûrê Kurdistanê li Şêladizê li dijî dewleta Tirk a dagirker jî silav kir.
Sara îşaret bi destkefiyên gel û Rêveberiya Xweser piştî serkeftina berxwedana Kobanê kir û wiha got; “Dema ku êrîş li ser Kobanê pêk hatin gelê Kurdistanê hemû sînor rakirin, parastina wê kirin heta ku hemû planên dijmin pûç kirin. Tevî ku dewleta Tirk a dagirker teknîka pêşketî di êrîşên xwe de bi kar dianî û komkujî li dijî sivîlan pêk anîn, lê gelê Efrînê yê berxwedêr 58 rojan li ber xwe da."
Sara destnîşan kir ku Tirkiye bi rêya gefên li dijî herêmê hewl da ku tola ji Kobanê rake û teqez kir ku şêniyên Kobanê hemû planên dagirkeran şermezar dikin û got; “Bi teqez wê berxwedana me dewam bike û em ê di demek nêz de şahiya rizgarkirina Efrînê li dar bixin.”
Piştre ji fermandarên YPG`ê Heqî Kobanê axivî û diyar kir ku hemû gelan ji bo berxwedana dîrokî ya Kobanê serî hilda û wiha got: "Bi îradeya gelan berxwedana Kobanê gihîşt asta serkeftinê. Em îro dibînin ku çeteyên ku Tirkiye destekê dide wan di baregehên xwe yên dawîn de têne tunekirin. Ji ber wê her çi qas îradeya gel zêde dibe, ew qasî êrîş zêde dibin."
Piştre hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mehbaş axivî û salvegera 4`mîn a rizgarkirina Kobanê û 5`mîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Kobanê li hemû şêniyan pîroz kir.
El-Mehbaş got Kobanê keleha berxwedanê ye, li ser sînorên wê hemû xewin û xeyalên DAIŞ`ê hatin şikandin.
Her wiha hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Arif Balî şehîdên Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê ku ji bo rizgarkirina Kobanê û tunekirina hêzên faşîst û dagirkeran canê xwe feda kirin, bi bîr anîn. Balî teqez kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û hemû armancên wan wê pêk bînin.
Piştî axaftinan komên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido derketin ser dikê û şahî bi govendê bi dawî bû.