Bi sedan welatiyên Hesekê Cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Hiso (Ziyad Hesekê), Hozan El-Yûsif (Ronî Gabar) û şervanê QSD’ê Mihemed El-Şêx (Esed) û Tewfîq Leylî (Şêrgo Hesekê) ku di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşartin.
Girseya gel cenazeyê şehîdan ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê. Li goristanê ji bo bîranîna şehîdê têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ û QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.
Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma Hesen axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandian rêya şehîdan da.
Li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hisên El-Elî jî axivî û got; “Wê tu kes û hêz nekare projeya netewa demokratîk a ji aliyê gel ve hatî avakirin, têk bibe.”
Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Girseya gel cenazeyê şehîdan bi dirûşme û tiîliliyên dayikan li goristanê veşartin.