Êşkencekarê DAÎŞ'ê yê ku Elmanya lê digeriya, YPG'ê girt

Dema operasyona paqijkirina Dêrazorê ya ji çeteyên DAÎŞ'ê hêzên YPG'ê êşkencekar û îstîxbaratkarê DAÎŞ'ê yê bi navê Martîn Lemke girt.

Operasyona paqijkirina Dêrazorê ya ji çeteyên DAÎŞ'ê ber bi dawiyê ve diçe, hêzên YPG'ê welatiyekî Elman bi saxî girt. Hêzên YPG'ê diyar kirin yek ji şevê çeteyên DAÎŞ'ê yê bi navê Martîn Lemke, dema ku bi d hevjînê xwe re, ku yek jê Elman û yek jê Fransiz bû dixwest ku ji Dêrazorê bireve, hate girtin.

Diyar bû ku Lemke yê ku li navçeya Zeîtzê ya li nêzî Leîpzîg a Elmanyayê jidayik bûyî, 2012'an li Hîldesheîmê komên radîkal nas kirine. Tê diyarkirin Lemke ku bi alîkariya berpirsê DAÎŞ'ê yê  Elmanyayê Abû Walaa tevlî DAÎŞ'ê bûyî, dawiya 2014'an bi hevjîna xew ya Fransiz Julîe M. hatiye Sûriyê.

Martîn Lemke ku li Hîsbahê ya di bin kontrola DAÎŞ'ê de di nav yekîneta polîsan de xebitî, piştre li Amniyatê di nav rêxistina îstîxbarî ya çeteyê de dixebite. Tê gotin Lemke kesên ku DAÎŞ guman ji wan dibir direvandin, bi êşkenceyê ew didan axaftin û gelek girtîgeh di bin berpirsyariya Lemke de bûne.

DEMA ŞERÊ BI QSD'Ê RE BIRÎNDAR BÛYE

Li gorî nûçeyeke ku îro di rojnameya Bîldê de weşiyayî, Lemke dawiya sala 2018'an li herêmên dawî yên DAÎŞ'ê yên li nêzî sînorê Sûriyê-Iraqê di şerê di nav çeteyan û QSD'ê de birîndar bûye. Nayê zanîn bê ka Lemke û du hevjînên wî anîne Elmanyayê û wê werin darizandina yan na. Heftiya bihurî hatibû ragihandin ji çeteyên girtî nêzî 130 jê yên welatiyên Fransiz ku li Rojava girtî bûn, bi balafirê birin Fransa û wê werin darizandin.

Lê hê biryareke wiha ya Elmanyayê tine. Li gel Lemke û du hevjînên wî, di destê YPG'ê 38 welatiyên Elmanyayê yên DAÎŞ'î girtî ne. Rêveberiya Rojava ev demek e ji bo endamên çeteyan ên welatiyên Elman bang li rêveberiya Berlînê dikir. Rêveberiya Berlînê jî tenê gotibû ew ji bo ku welatiyên xwe yên navborî bistînin, dixebitin.

Destpêka Çile Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ragihandibû ku di operasyona bajarokê Hecînê û derdora wê ya Dêrazorê de, 8 endamên çeteyan ên Ozbek, Tacîk, Qezak, Ukraynî, Rûsî, Emerîkî û Elamn bi saxî hatine girtin. Têkilî Lucas Glab, ku welatiyê Elman e, li Elmanyayê biryara girtine hate standin

Niha 2700 endamên DAÎŞ'ê ku ji hêla yekîneyên taybet ên YPG'ê ve hatine girtin, li girtîgehên Rojava têne hiştin. Ji van 800 jê, piranî ji welatên Rojavayî, welatiyên 46 welatan in. Rêveberiya Rojava ev pêlek e bang li DYE, Fransa û Elmanya dike ku bikevin navbeynê û darizandina DAÎŞ'iyên biyan bigrin ser xwe.