YPG-YPJ: Berxwedana Kobanê çirûska avakirina yekîtiya Kurdan e

Fermandariya YPG/YPJ’ê têkildarî salvegera 4’an a rizgarkirina Kobanê got; “Berxwedana Kobanê him çirûska avakirina yekîtiya Kurdan e him jî çavkaniya cîhanê ya hêviya xelasiya ji terorê ye”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPG) têkildarî 4’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek hevpar weşand. YPG/YPJ’ê got; “Berxwedana Kobanê bû hîmê çirûska avakirina yekîtiya Kurdan.”

Daxuyanî wiha ye;

“Îro 4’emîn salvegera serkeftina berxwedana Kobanê ye. Bi vê boneyê, em bi biryar in ku terora ku li serê mirovahiyê bûye bela, wê bi temamî ji holê rakin. Weke tê zanîn, hêzên cîhanî yên xwedî artêş û çekên giran, sala 2014'an nekarî li pêşiya terora DAÎŞ'ê bibin asteng. Ji ber vê çendê, ev terora mezin bi demê ji bo tevahiya mirovahiyê bû metirsiyeke mezin. Di çarçoveya plana dagirkirina herêmê de, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî bajarê Kobanê kirin. Vê yekê hişt ku hêza wan mezintir bibe. Lê belê ev bi berxwedana şervanên me hat têkbirin.

DAÎŞ LI KOBANÊ TÊK ÇÛ

Sala 2014'an çeteyên DAÎŞ'ê gav bi gav li herêmê belav bûn. Li pey hev bajar dagir kirin. Li dijî vê hovîtiya mezin, şervanên YPG'ê û YPJ'ê şerê têkbirina DAÎŞ'ê li Kobanê dest pê kirin. Hêzên me bi lehengî û biryardarî bûn pêşengê berxwedaneke dîrokî. Bêguman yek ji hîmên sereke ên serkeftina berxwedanê, piştgiriya gelê me bû.

BERXWEDANA KOBANÊ RUHÊ YEKÎTIYA GELÊ KURD AVA KIR

Berxwedana Kobanê nîşanî cîhanê da ku şervanên me dikarin serkeftinên mezin li dijî rêxistina terorîst bi dest bixin. Kobanê bi qasî ku bû sembola berxwedanê, her wiha rê li ber zindîkirina rihê yekîtiya gelê Kurd a neteweyî jî vekir. Ji çar aliyên Kurdistanê, ciwanên Kurd wekî lehiyê berê xwe dan Kobanê. Vê berxwedana dîrokî, hiştî ku awirên cîhanê jî bizivirin ser Kobanê. Eger Koalîsyona Navdewletî di şerê li dijî DAIŞ'ê de çalak bû, ev yek bi saya berxwedana Kobanê ye. Îradeya serkeftinê ya şervanên me, bû çavkaniya cîhanê ya hêviya xelasiya ji terorê.

DEM HATIYE DAWÎ LI TARITIYA DAÎŞ’Ê WERE

Serkeftina Kobanê ya 26'ê Çileyê sala 2015'an, di serî de Kurdistan, li gelek deverên cîhanî weke cejna têkbirina terorê hat pêşwazîkirin. Çirûska ku sala 2014'an li Kobanê bilind bû, îro bi berxwedana şervanên me a li herêma Rojhilatê Dêra Zorê geştir dibe. Êdî dem hatiye ku dawî li tarîtiya DAÎŞ'ê were anîn. Encama serkeftina berxwedana Kobanê eşkere kir ku yekane rêya têkbirina terorê, berxwedan û têkoşîna hevgirtî ye.

Bi navê Fermandariya Giştî ya YPG û YPJ’ê, di salvegera 5'an a berxwedana Kobanê de, hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û vê serkeftina mezin li gelên herêmê û mirovahiyê pîroz dikin. Soza me ye, berdêl çi dibe bila bibe, emê gelên xwe li hemberî her cureyên êrîşan biparêzin.”