Bagera Cizîrê: QSD’ê 500 sivîlên din jî rizgar kir

Pêşveçûna şervanên QSD’ê di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ didome. Şervanên QSD’ê 500 sivîlên din jî rizgar kirin û birin cihê bi ewle.

Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ bi pêşveçûna şervanên QSD’ê didome. Di çarçoveya pêngavê de şervanên QSD’ê 500 sivîlên din jî rizgar kirin. Li aliyê din malbatên çeteyên DAÎŞ’ê xwe radestî şervanên QSD’ê dikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk li herêmên Baxoz û Gundê Murşîdê mayînên çeteyan çandibûn bê bandor kirin, 500 sivîlên din rizgar kirin.

Li aliyê din hate ragihandin ku li eniya Baxozê hejmareke malabtên çeteyên DAÎŞ’ê yên biyanî xwe radestî QSD’ê kirin e.