Fermandariya YPG’ê têkildarî agahiyên li ser tevnên civakî daxuyaniyek da

Fermandariya Giştî ya YPG’ê li ser agahiyên li ser tevnên civakî li ser navê Fermandariya Giştî tê parvekirin daxuyaniyek da û diyar kir ku hemû agahiyên wan li ser balpera fermî ya Navenda Ragihandinê ya YPG’ê parve dikin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bal kişand ser wê yekê ji derveyî agahiyên li ser malpera fermî ya Navenda Ragihandinê ya YPG’ê û tevnên civakî yên girêdayî wê tên parvekirin ti rastiya wan agahiyan nîne.

Fermandariya Giştî ev tişt got: “Em Fermandariya Giştî ya YPG, di vê pêvajoya hesas û dîrokî de dem bi dem têkildarî hinek mijaran em daxuyaniyan parve dikin. Daxuyaniyên me yên fermî, bi rêya malper û torên civakî yên Navenda Ragihandina YPG’ê  bi çapemenî re tên parvekirin. Di dema dawî de hinek li şûna me li ser navê  endamê Fermandariya Giştî Sîpan Hemo, bi rêya hin hesabên torên civakî agahî parve dikin.

Ti hesabên kesî  yên endamên Fermandariya YPG li ser torên civakî nîne û tiştên ku bi rêya wan hesaban tê gotin, têkiliya xwe bi Fermandariya YPG’ê  re nîne.”