Şehîdên QSD‘ê Nasir û Cewad bi merasîmekê spartin axê

Cenazeyê şehîdên QSD‘ê Nesir û Cewad ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn bi merasîmekê li Til Hemîs li Goristana şehîdan spartin axê.

Welatiyên Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo cenazeyê şervanên QSD‘ê Elî El-Nasir (Nesir) û Fethî El-Hesûn (Cewad Ciêliyê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bibûn ji navenda Meclîsa Mablatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û kerwanekî ji dehan wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a navçeyê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD‘ê ve merasîmek leşkerî hate lidarxistin.

Li Meclîsa Malbatên Şehîdan ji rêveberên meclîsê Îdan El-Efînî, Meclîsa Navçeya Til Hemîsê endamê meclîsê Ferhan Îsmaîl, li ser navê QSD‘ê fermandar Ehmed El-Kîrt axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û diyar kirin ku şehîd ji bo azadî û rûmeta gelê xwe xwe feda kirin. Axaftivanan soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di dewama merasîmê de nasnameya şehîdan xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan bi diruşme û tilîliyên dayikan spartin axê.