Li Dêra Zorê çeteyên tengav bûne daxwaz dikin biçin Tirkiyeyê
Li bajarokê Hecîn ê Dêra Zorê çeteyên ku tengav bûne ji bo biçin Tirkiyeyê daxwaza vekirina korîdorê kirin, diyar bû QSD’ê daxwaza wan red kiriye.
Li bajarokê Hecîn ê Dêra Zorê çeteyên ku tengav bûne ji bo biçin Tirkiyeyê daxwaza vekirina korîdorê kirin, diyar bû QSD’ê daxwaza wan red kiriye.
Qonaxa Dawî ya Pênava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya li bajarokê Hecîn a Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê didome.
Li gorî nûçeya ANHA’yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li herêma gundekî Baxoza Jorîn dor li çeteyan girtine û çete tengav bûne. Çeteyan daxwaza ‘korîdroa biewle’ ji QSD’ê kirin ku ji bo li ser Tirkiyeyê re derbasî Îdlibê bibin.
Daxwaza çeteyên DAÎŞ’ê yên li gundekî Baxoza Jorîn tengav bûyîn, ji aliyê QSD’ê ve hate redkirin.
Çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê sivîlan esîr digrin û weke mertalê zindî bikartînin.