Bi sedan welatiyên Reqayê cenazeyê şervanê QSD‘ê Mehmûd Zeria (Xetab) û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Welîd El-Xelef û Şadî El-Hemada wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdên Reqa a li gundê Hikûmiyê ve ketin rê.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji fermandarên QSD‘ê Mehmûd Îdlib axivî û got, "Em di pêvajoyeke hestiyar de ne, ligel wê Tirkiyê gefên dagirkirina Bakurê Sûriyeyê dixwe. Lê em jê re dibêjin ku me şehîd dane û li hemberî komployên li dijî gelê me, em ê hê jî şehîdan bidin."
Ji fermandarên QSD‘ê Mahir Heleb jî soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.
Di merasîmê de bi navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Hena El-Xelef jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got "Em ji dijmin re serî natewînin, em ê saziyên xwe ku bi saya şehîdan hatine vekirin biparêzin. Ji ber ku ne ji wan bûya em niha li vir kom nedibûn, em soz didin ku em ê xeta wan bişopînin heta armancên wan pêk bînin."
Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîlyan cenazeyê şehîdan li goristanê veşartin.