Şehîdên YPG û QSD’ê bi merasîmekê spartin axê

Bi merasîmekê cenazeyê şervanên YPG’ê Dilbirîn Hesekê û şervanê QSD’ê Zagros Seyîd li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê spartin axê.

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên şehîdê YPG’ê Dilbirîn Hesekê û şehîdê QSD’ê Zagros Seyîd li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ya bajarê Hesekê spartin axê.

welatiyan cenazeyên şervanê YPG`ê Berzan Hec Mehmûd (Dilbirîn Hesekê) û şervanê QSD`ê Mehmûd Hemade (Zagroz Seyid) ên ku di ‘Şerê Tunekirina Terorê’ de şehîd bûne, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên YPJ/YPG’ê destpê kir. Piştre jî li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Samiya Xelîl, li ser navê hêzên leşkerî Fermandar Heyder Hesekê û li ser navê Rêveberiya Xweser a Lubnanê Abdulselam Ehmed axivîn.

Di axaftinên hatin kirin de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û piştgiriya çalakiya Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin

Hate gotin ku gelê herêmê xwe li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk xwe birêxistin kiriye. Hate diyarkirin ku armancên wan parçekirina Sûriye û projeya demokratîk e.

Di dawiya merasîmê de nasnameya her du şehîdan ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan di nava dirûşmeyên dilsoziya ji bo şehîdan de spartin axê.