Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Îsmaîl hate veşartin

Welatiyên Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Îsmaîl Şêx Îbrahîm (Îsmaîl) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Bi sedan welatiyên Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Îsmaîl Şêx Îbrahîm (Îsmaîl) ku 30’ê Çileyê dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Destea Erka Xweparastinê Halim Kobanê axivî û got; “Ev meh, meheke pîroz û girîng e, ji ber ku ev meha rizgarkirina Kobanê ye. Dewleta Tirk di sala 2014`an de wekî van rojan digot Kobanê ha ket û ha dikeve. Lê Kobanê bi ser ket û bû sembola azadiyê. Em jî wek Erka Xweparastinê soz didin em ê rêya wan bişopînin."

Li ser navê Partiya Yekîtiya DemokratÎk (PYD) Bekir Hec Îsa jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got; “Gelên ku ne xwedî çanda berxwedanê û felsefeya şehîdan bin, wê têk biçin. Partiyên siyasî kesên ku xwe ji gelan re rêveber dibînin, eger xeta şehîdan neşopînin ew tu car ne layîqî rêveberiya gelan in. Bingeha şoreşa me li ser şehîdên me ye, ev destkeftiyên me îro bi saya xwîna wan hene."

Piştre nasnameya şehadetê ya endamê Hêzên Erka Xweparastinê Îsmaîl hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê Îsmaîl Şêx Îbrahîm li goristanê veşartin.