Li Şehbayê 11 hezar xwendekarî karnameya xwe standin
11 hezar xwendekarên ji Efrînê û Şehbayê îro bi moraleke bilind û hêviya vegera Efrînê karnameya xwe standin.
11 hezar xwendekarên ji Efrînê û Şehbayê îro bi moraleke bilind û hêviya vegera Efrînê karnameya xwe standin.
Piştî ku xwendekarên Efrînê û Şebayê ezmûnên xwe ya werza yekem bi dawî kirin îro li hemû dibistanên seretayî yên li Şehbayê xwendekaran karnameya xwe ya werza yekem standin.
Ji rêveberiya dibistana Ehdasê Mamoste Nûrî Mile Nesan ji ANF'ê re got, ji refa 1'ê heta ya 6'an xwendekaran karnameyên xwe standin.
Yek ji xwendekarên dibistana Ehdaê Êva Ebdî jî got, "Îro me karnameya xwe standin. Em pir kêfxweş bûn û em ê di werza duyemîn de bi pêş ve biçin."
Xwendekarê bi navê Xalêd jî got, "Em ê di werza duyemîn de vegerin Efrînê û xwendina xwe dewam bikin."