Rejîma Tirk a dagirker gundekî Şêrawa bomberdûman kir
Hêzên dagirker ên Tirkiyeyê û çeteyên wê gundekî Şêrawa yên Efrînê bomberdûman kirin.
Hêzên dagirker ên Tirkiyeyê û çeteyên wê gundekî Şêrawa yên Efrînê bomberdûman kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, dewleta Tirk a ku salek e Efrîn dagir kiriye û sûcên şer ên giran dike, vê Duşemê gundê Soxanekê yê Şêrawa bomberdûman kir.
Bomberdûman li gorî saeta herêmî 16.30’an didomiya. Li gorî agahiyan herî kêm 10 guleyên topê li herêmê ketine. Hate ragihandin ku heta niha kes nemiriye û birîndar nebûye.