Li Helebê ji bo Efrînê pêşangeheke ya wêneyan
Hunermendên Helebê ji bo balê bikişînin ser Berxwedana Serdemê ya Efrînê û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê pêşangeha bi navê ‘Ji bo te ey Efrîn’ hate vekirin.
Hunermendên Helebê ji bo balê bikişînin ser Berxwedana Serdemê ya Efrînê û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê pêşangeha bi navê ‘Ji bo te ey Efrîn’ hate vekirin.
Pêşangeh saet 11:00’an li Hola Zeytûnê ya dikeve rojhilatê Şêx Meqsûdê pêk hat.
Sergî ji aliyê şêwekar Ardelan Îbrahîm, Heîf Hemo, Rewşen Sîno, Ladmîla Horor û Şevîn Mihemed bi 26 tabloyan hate vekirin.
Di wêneyên pêşangehê de bal hate kişandina ser Efrîn a berî dagirkerî û jinên berxwedêr Barîn Kobanê û Avesta Xabûr ên bûne sembola berxwedanê. Her wiha di wêneyan de bal hatiye kişandina ser gelê Efrînê yên li herêma Şehbayê li ber xwe didin.
Pêşangeh wê 3 rojan dom bike, roja dawî jî wê fîlmê ‘Bajarê Aştiyê’ bê nîşandan.