TEV-DEM: Li hemberî qirkeran em berxwedanê geştir bikin

TEV-DEM’ê qetlîama ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê şermezar kir û got “Li hemberî siyasetên qirêj ên li dijî îradeya gelê me, em banga geşkirina têkoşîn û berxwedanê dikin.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Perex ê Zaxoyê pêk aniye û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes birîndar bûn daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk a dagirker carek din sûcên tirsonek pêk anî. Bi rêya balafirên pêşketî, bi zanabûn cihekî geştiyariyê yê sivîlan li herêma Zaxoyê bombe kir, di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn. Ev ne cara yekê ye ku ev dewleta faşîst komkujiyan li dijî sivîlên Kurd û Ereb pêk tîne, çi li bajarên Başûrê Kurdistanê, çi jî li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên xwe didomîne.

Beriya niha jî dagirkeriya Tirk kombûyînên sivîlan li zêdetirî herêmekê hedef girtin. Ev yek niyeta xirab a hikumeta AKP’ê ya terorîst nîşan dide, ku dixwaze siyaseta xwe ya faşîst a ji hundir û derve têkçûyî li ser vîna gelên aştîxwaz ferz bike. Ev sûc wekî reaksiyoneke tolhildanê piştî civîna Tehranê pêk hat. Ji ber zihniyeta xwe ya sûcdar û ji ber ku nikarî aliyên navneteweyî derbarê lidarxistina operasyona xwe ya leşkerî ya li dijî îradeya gelan, rûxandina çandên civakî li herêmê û koçberkirina bi darê zorê, îqna bike, hevsengiya xwe ya siyasî winda kir.

Em vî sûcê tirsonek ê dewleta Tirk a dagirker pêk aniye bi tundî şermezar dikin.

Civaka navneteweyî û di serî de Neteweyên Yekbûyî ku çavê xwe ji firîna balafirên dewleta Tirk li asîmanê Başûrê Kurdistanê û Rojava digire û tu girîngiyê nade îradeya gelên ku teror têk birine, berpirsiyarên vî karî ne.

Em bang li aliyên herêmî, navneteweyî û NY’yê dikin ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî pêk bînin û ji bo parastina herêmên me ji balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst biryara qedexeya hewayî bidin.

Em bang li hemû civak, pêkhateyên herêmê û rêxistinên civaka sivîl û hêzên siyasî û nîştimanî dikin ku di yekkirina helwestên exlaqî dikin bi îsrar bin û li her cihî li dijî siyasetên qirêj ên li dijî îradeya me û gelê me, asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin.”