Li Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşa meşaleyî
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşek a bi meşaleyan li dar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşek a bi meşaleyan li dar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşek a bi meşaleyan li dar xist. Meş ji ber Parka Şehîd “HevrînXelef” dest pê kir û ber bi Xaçirêka Saetê ve dewam kir û jin û ciwanan bi dirûşman banga hilweşandina dagirkeriya dewleta Tirk kir. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan, Tevgerên Ciwanan û PYD’ê hatin hildan.
Meş li ber Xaçirêka Saetê bi dawî bû û endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mezlûm Reqa daxuyanî xwend.
Reqa anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker timî êrîşî sivîlan dike û got: “Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd komkujiyên hovane pêk tîne. Me duh li Zaxo û Kobanê ev êrîşên hovane dît. Ev nîşaneya wê yekê ye ku dewletek e hov û dagîrker e.“
Reqa diyar kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê wê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan tev li seferberiya parastina axa xwe bibin û wiha got: “ Em bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû pêkhateyên wê dikin ku erka xwe ya li hember welatê xwe pêk bînin. Em soz didin şehîdên xwe û gelê xwe ku em ê heta biserketinê têbikoşin.“
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla“, “Bijî QSD“, ‘’Bimirin xiyanet û dagirkerî’’, ‘’Tolhildan, tolhildan, tolhildan’’ bi dawî bû.