Dewleta Tirk ji saetên sibehê ve êrîşên xwe zêde kirine.
Li gorî saeta herêmî saet 10:30’an gundê Tinibê yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê hate bombekirin. Herî kêm 30 topên obusê li gund ketin. Agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.
Di heman demê de navçeya Til Rifet a Kantona Şehba bi dijwarî hate bombebarankirin. Têkildarî vê êrîşê agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.
Li gorî saeta herêmî saet 10.00’an careke din Til Temir hate bombekirin. Gundê Mecêbire yê di navbera Til Temir û Qamişlo de bû hedef. Di bomberdûmana li ser bejahiya bakurê bajêr saet derdora 08.30’an de kesek jiyana xwe ji dest dabû û 4 sivîl ku 2 ji wan jin in, birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatine girtin, kesê bi navê Hisên Îbrahîm Elûş jiyana xwe ji dest daye, Fayîz Mehmûd El-Xidir, Ferhan Elo Xelo, Wedha Cacan Bû Emro û Raciha Yasîn Menîtî birîndar bûne.
Dewleta dagirker ji saetên sibehê ve navenda Zirganê û bejahiya bakurê kantona Hesekê bi dijwarî bombe dike.
Li gorî çavkaniyên herêmî û nexweşxaneyê, di êrîşê de leşkerekî Şamê hat kuştin û 4 jî birîndar bûn ku 2 ji wan zarok in.
Birîndar rakirin nexweşxaneya Şehîd Xebat a Dirbesiyê.
Hate hînbûn ku navê leşkerê mir ku endamê hêzên hikûmeta Şamê ye, Mehmûd El-Xerîb e.
Navên birîndaran wiha ne: Mihemed Qasim (20), Mueyed Ebdullah (32) û her du zarokên wî Mihemed Mueyed Ebdullah (7) û Teysîr Mueyed Ebdullah (5).