Kongra Star: Divê helwesta li hemberî dewleta Tirk were zelalkirin û baregehên wê werin girtin

Piştî qetlîama ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê kiribû Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Divê hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê li hemberî dewleta Tirk helwesta xwe zelal bikin.”

Kongra Star bi daxuyaniyekê komkujiya duh dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê pêk anî şermezar kir û banga helwesteke cidî li hikumeta Iraqê kir.

Di daxuyaniya Kongra Star de ev tişt hate diyarkirin:

"Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê û heta niha jî dewleta Tirk êrişên xwe li ser gelên herêmê bê navber dewam dike û di 10 saliya Şoreşa 19'ê Tîrmehê de ji bo binpêkirin û têkbirina hemû deskeftiyan bi hemû awayan ked dide ku bingeha vê projê ji holê rake.

Êrişên dewleta Tirk ên ku çêdibin bi hincetên cuda ne û herêmên me di nava metirsiyan de dihêlin. Ev êriş ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, lê belê li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê jî tê kirin bi wê re dixwaze herêmê vala bike."

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin, “Di 20’ê Tîrmehê de jî dewleta Tirk a dagirker bi topan êrişî cihekî geştiyariyê kir ku gelê Iraqê li wê derê çûbûn seyranê di encama wê de 9 kes hatin qetilkirin, 2 zarok û 3 jin û 4 mêr her wiha 25 birîndar hene û birînên wan giran in. Di heman demê de salvegera komkujiya Sûrojê bû. Destpêkê em vê dibêjin; çima ezman û hewaya Iraqê ji dewleta Tirk re vekirî ye? Ji ber ev êriş piştî ku dron derketine çêbûye. Her wiha xwe bicihkirina dewleta Tirk di Iraqê de bi vî awayî gelo nayê wateya dagirkeriyeke rewa? Ji ber li ber çavan e û her kes mûdaxeleya dewleta Tirk ji hemû erd û hewaya dewleta Iraqê û herêma Başûrê Kurdistanê re dibîne û ev êrîşên dewleta Tirk li dijî hemû zagon û qanûnan e. Ev yek gelek xeterî û metirsiyan ji bo demên pêş bi xwe re tîne."

Di daxuyaniyê de komkûjiya duh li dijî sivîlên Iraqê li gundê Perex ê girêdayî Zaxoyê çêbû wekî sûcekî mirovahî hate binavkirin û berpirsiyariya wê girtin ser rayedarên Iraqê û rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê, ji ber her li hember van êrişan bêdeng man û li hemberî wê helwesteke tûnd li dijî dewleta Tirk nîşan nedan.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em rêxistina Kongra Star bang li gelê Başûrê Kurdistanê û gelê Iraqê dikin ku bargehên dewleta Tirk li welatê xwe nehêlin û xwedî helwest bin. Ji ber ku armanca dijmin eşkere ye û daxwaza wan dagirkerî û têkbirina hêz û îradeya gelan ya azadîxwaz e.”