Bi hezaran şêniyên Kobanê cangoriyên xwe spartin axê

Îro bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo veşartina cenazeyên şehîd Berxwedan Kobanê û Erdal Rojava berê xwe dan Goristana Şehîd Dîcle. Di merasîma veşartinê de banga bilindkirina berxwedanê hat kirin.

Bi hezaran şêniyên Kobanê û endamên saziyên sivîl û leşkerî û siyasetmedar ên Herêma Firatê ji bo veşartina cenazeyên Şehîd Berxwedan Kobanê û Erdal Rojava yên ku di 20’ê Tîrmehê de di encama êrîşa balafireke bê mirov û biçek ya li daristana Kobanê de şehîd bûbûn, bera xwe dan Goristana Şehîd Dîcle. Her wiha gerîlaya YJA-Starê Şehîd Amara Tolhildan a ku ji aliyê HPG’ê ve hat îlankirin ku di 25/11/2018’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû jî hat bîranîn.

Di merasîma şehîdan a bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin de axaftin hatin kirin. Destpêkê ji fermandarên QSD’ê Şervan Hesen axivî. Hesen diyar kir ku ew li ser şopa Mezlûm û Kemalan meşiyane ku gihîştine vê astê û wiha pêde çû; “Her sê şehîdên ku li her malê bi qehremaniya xwe tên nasîn, hatin naskirin; lê ger armanca şehîdan azadkirina gelan e, divê em armanca şehîdan biparêzin û xwedî li wan derkevin. Divê em wek rêhevalên wan û gel, em her tim li ser riya şehîdan bin û armanca wan ku tenê jiyana azad e bişopînin.”

Şervan anî ziman ku ew ê her tim şopdarê riya azadiya gelan bin û got; “Di şexsê her sê şehîdan de şehîd Berxwedan, Amara û Kendal de em ê bibin şopînerê têkoşîna azadiyê. Dijminê dagirker ku ji hemû rojan zêdetir gefan li ser şoreşa me dixwe bila baş bizanibe ku di 14’ê Tîrmehê de, çawa me bi 6 hevalan destpê kir û îro bi milyonan in, em ê tu carî ji mirinê netirsin. Çawa ku şehîd Rustem Cûdî got ku ‘Ji bo vî gelî pêwîst bike em ê bê dudilî canê xwe feda bikin’, ev e sonda me; ji bo wê em ji dijmin re dibêjin ku bi mirin û lêdan çavê vî gelî êdî natirse. Banga me ji xayînên ku pişta xwe bi dijmin qawîm dikin ev e, em soz didin ku wê rojek bê û her kesê ku bi dijmin re hevkariyê dike wê bê tunekirin. Eger îro ev heval şehîd dikevin destê îxanetê tê de heye. Çawa em li hemberî dijmin sîng bi sîng têdikoşin, em ê li hemberî îxanetê jî têkoşînê bikin. Em ji vir ji her Kurdî re soza şopandina riya şehîdên xwe didin.”

Piştre li ser navê Kongra Star Hevseroka Meclîsa Navçeya Qinê Sûad Şêx Demir jî axivî û got; “Di şerê li serê çiyan de dijmin bi her awayî û bi her cûre çekên kîmyawî êrîş dike, lê li hemberî îradeya jinê têk çû. Bi hêza vî gelî wê dewleta Tirk a dagirker tune bibe. Dewleta Tirk bila zanibe ku bi balefirên bê mirov nikarin li hemberî îradeya gel bisekine, em xelas nabin. Heval Berxwedan di destpêka şerê Kobanê, Minbic, Reqa û Dêrezorê ji bo ku gel bi azadî bijî, heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîn kir. Dewleta Tirk dewletekî êdî lewaz bûye, êdî nikare tiştekî bike; ji ber wê bi balafirên bê mirov êrîşî gelan dike.”

Sûadê wiha axaftina xwe domand; “Em ê heta dawiyê piştgiriya QSD’ê bikin û bi şerê gelê şoreşgerî re em ê dewleta Tirk têk bibin. Çawa di şerê Kobanê de wek tevgera jin me çete avêtin erdê, em ê li vir dewleta Tirk jî bavêjin erdê. Her ku hevalên me şehîd dibin em hê bêtir li ser felsefeya Rêber Apo bihêz dibin. Fikra Netewa Demokratîk li vir bi ser ket, ji ber wê dewleta Tirk her tim dixwaze vê fikrê tune bike, lê bi saya hevalên wek Berxwedanan, Amara û Kendalan em ê her tim bi ser bikevin.”

Li ser navê her sê malbatên şehîdan Harûn Tolhildan axivî û ragihand; “Em ji malbatên her sê şehîdan re sersaxiyê dixwazin, peyam û rihê şervanên ku li vir derket holê tunekirina Enqereyê ye. Wê bi rihê van şervanan em ê her tim li hemberî dewleta Tirk bin û wê ev rihê êrîşê Enqereyê bi axê re bike yek.”

Tolhildan her wiha da zanîn ku yên şehîd dikevin bi rih û keda xwe dikevin dilê her kesî û soza tolhildanê da û axaftina xwe wiha domand; “Bi ked û berxwedaniya şehîdan em di cîhanê de bûne hêza herî mezin, ew bi saya Rêber Apo û şehîdan pêk hat. Ev nîqaşên dewletên NATO yên li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê tên kirin, her tim dek û dolaban pêş dixin; ger NATO bi hêza xwe ya mezin Tevgera Azadiyê nîqaş dikin, ji ber wê pêwîst e em her tim hêza şehîdên xwe û Rêber Apo mezin bidin nîşandan.”

Harûn di dawiyê de got, “Ger şer dest pê bike em ê her tim serketî bin. Zap û Metînayê îsbat kir ku em dikarin tola Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî hilînin; bi xwe bawer bin, em ê pêşengiya berxwedaniya herî mezin bikin. Em bang li her kesî dikin ku xwe îsbat bike û xwedî berxwedanî be. Ji bo ku em pergala Enqereyê hilweşînin û tune bikin, divê em hemû mil bidin milê hevûdu û em şerê gelê şoreşgerî pêş bixin. Em hebûna xwe îsbat bikin û bi ser bixînin, em ê her ji dîrokê re îsbat bikin ku em hene.”

Piştra nasnameyên her sê şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şehîdan bi dirûşme û tilîliyan hatin veşartin.