Şêniyên Efrînê yên ku 4 sal in li Şehbayê koçber in destnîşan kirin ku çi dibe bila bibe ew dest ji Şehbayê bernadin, ji ber ku berxwedaniya wan li Şehbayê vegera Efrînê mîsoger dike. Şêniyan diyarkirin vê carê wê vekişandin di nav alternetîfa wan de tunebe û wê berê wan li Efrînê be.
‘ZOR Û ZEHMETIYÊN KU EM DIJÎN, JI BO VEGERA EFRÎNÊ YE’
Yek ji şêniyên Efrînê Reşîd Mihemed ku niha li kampa Serdem a Şehbayê jiyana xwe berdewam dike, da zanîn ku zor û zehmetiyên ku ev 5 sal in kampan de dijîn tenê ji bo vegera Efrînê ye û wiha pêde çû: “Ji dema ku em koçberî Şehbayê bûn û heta niha, dewleta Tirk gefan li ser me dixwe. Her wiha her tim bi topên xwe li me dide. Me tu carî şer nexwestiye, lê ger ew şer bixwaze em jî wek şêniyên Efrînê bi kal, zarok û ciwanên xwe amade ne, li dijî wan şer bikin.”
‘EM BI ISRAR IN KU LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK TÊBIKOŞIN’
Dayîka bi navê Heyat Ehmed ku yek ji şêniyên Efrînê ye, lê niha li navçeya Til Rifatê dijî anî ziman ku eger vê carê dewleta Tirk a dagirker êrîşî wan bike ti dever nînin ku biçinê û got “Ji ber vê yekê em bi israr in ku li hemberî êrîşên Tirkiyeyê em ê neçin tu deverên din, tenê Efrîn rêya me ya sereke ye. Di şerê Efrînê de me tecrûbe girt, niha bila her kes bizanibe ku em ne wek berê ne û heta ku tê xwestin em ê li ber xwe bidin.”
‘ERDOGAN ÇETETIYA XWE NEDAYE SEKINANDIN’
Cemal Bekir ku ew jî niha li Til Rifatê bi cih bûye teqez kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser wan ne nû ne û dewleta Tirk a dagirker her tim êrîş û gefên xwe didomîne û got: “Erdogan çetetiya xwe nedaye sekinandin. Her tim bi keşif an jî topên xwe êrîşî me dike, lê bila her kes bizanibe ku tu carî em ji vir naçin. Gelê me baş zaniye ku bi ruhê gel ê şoreşgerî wê Efrîn û hemû herêmên dagirkirî yên Rojava rizgar bibin. Her wiha em ketine wê ferqê ku em gavekê paşde bavêjin wê ji bo me qirkirin be. Ji ber vê yekê em ê bi hemû hêza xwe li hemberî faşîzma dewleta Tirk têbikoşin, berxwedaniya xwe bilindtir bikin û serkeftinê mîsoger bikin."
Herî dawî jî Nîhel Îsa ku li kampa Berxwedan a Şehbayê dimîne bal kişand ku ti carî îradeya wan nayê şikandin, hişê wan her tim li ser vegera Efrînê ye wiha bi dawî kir: “Tirkiye bi vê gefên xwe dixwaze Efrîn were ji bîr kirin. Lê bila Tirkiyê û hemû cîhan baş bizanibe ku em gavekê paşde na avêjin. Em koçberiyek duyemîn qebûl nakin, wê berê me her tim wê li Efrînê be û em ti carî Efrînê ji bîr nakin.”