Muslim: Dewleta Tirk ji bo hemû cîhanê xetere ye!

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bal kişand ser Komkujiya Zaxo ya ku dewleta Tirk kiriye û got, "Ne tenê li ser gelên Tirkiyeyê, ji bo tevahiya cîhanê xetere ye. Bi rastî jî ji ber kiryarên Erdogan kiriye hemû cîhan di bin xeteriyeke mezin de ye."

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî qetlîama dewleta Tirk a li Zaxoyê bersiv da pirsên ANF’ê.

Di êrîşa dewleta Tirk a li ser seyrangeha Zaxoyê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn. Hûn vê êrîşê çawa dinirxînin?

Êrîşa li ser Zaxo yek ji kiryarên faşîzma Tirk e. Ew ne yekem e û dibe ku ne ya paşîn be. Ya ku faşîzma Tirkiyeyê dixwaze valakirina Kurdistanê ye. Berê jî li gelek deverên Kurdistanê, çi li Bakur, çi li Başûr û çi jî li Rojava ev yek kirine. Dixwazin bêmirovî li ser Kurdan ferz bikin. Dixwazin her derê vala bikin û wekî ku dixwazin bi rê ve bibin. Ev ne êrîşeke asayî ye, êrîşeke plankirî ye. Li her derê tê kirin. Li Bakur hat kirin, li Rojava tê kirin, li Başûr tê kirin, li her derê tê kirin. Bi awayek pir hovane ev êrîş tên kirin. Ne pîvanek exlaqî û ne jî girêdana wê bi hiqûqa navneteweyî heye; Bêyî ku bi hev ve girêdayî bin van cure êrîşan dikin. Kesî jê re negot 'raweste'. Her kes bêdeng e. Gotina “ez çi bixwazim ez dikim” li ber çavê tevahî cîhanê li dijî Kurdan dike. Ji ber ku kes nikare wî rawestîne. Ew jî ji vê yekê pişt digre û êrîş dike. Ger kes mudaxele neke, ez difikirim ku ew ê bênavber êrîş bike û bûyerên ji vê mezintir pêk were.

Ev êrîş piştî civîna sêalî ya Tehranê û israra di dagirkirina Rojava de, tê çi wateyê?

Di civîna Tehranê de kesek tune ku Kurdan biparêze. Lê sê hêz hene, her sê hêz jî manîpulatîf in. Kesekî ku li wir Kurd û Kurdistanê bifikire nîne. Loma jî kesî ji Tirkiyeyê ra tiştek negot. Dibe ku behsa Rojava û belkî jî Başûr tê kirin. Lê ji ber kesek li wir parastina Kurdan bike tune ye, dilê wan kijan biryarê dixwaze wê distînin. Heya kesek tunebe ku Kurdan û destkeftiyên wan biparêzin, nikarin ji Tirkiyeyê ra bibêjin ‘raweste’ û tiştekî bibêjin. Ji ber vê yekê Tirkiye çi dixwaze dike. Weke ku ji hêzên li wir erêkirina Rûsya û Îranê girtiye. Ew çi dike jê re dimîne. Dibêje 'Ez wisa dikim', deng ji kesî dernakeve. Girêdan ev e. Kes nabêje 'raweste'. Hêzên li wir jî vê êrîşê dipejirînin.

'HÊZÊN GIRÊDAYÎ PDK'Ê DI VÊ QIRÊJIYÊ DE NE!'

Di dema ku hemû cîhan û bi taybetî jî civaka herêmê bertek nîşanî êrîşê da, PDK’ê jî daxuyaniyek da û got, “Ji ber pevçûnên bi PKK’ê re çêbûye”. Dîsa di çapemeniyê de daxuyaniyên “parastinê” yên wezareta şer a Tirk cih girtin. Hewldanên PDK'ê yên ji bo paqijkirina komkujiyê divê çawa bên nirxandin?

Niha hêzên girêdayî PDK’ê di nava vê qirêjiyê de ne. Di gelek komkujî, êrîş û şerên li wir de her tim li kêleka dewleta Tirk bûne. Dixwazin bi awayekî veşêrin. Ji bo sûcên xwe veşêrin, daxuyaniyên dewleta Tirk diweşînin û li cem wan in. Ger ku rastiyek wiha derkeve holê, hêzên ku ev êrîş pêk anîne, jixwe cih û çeperên wan nêzî wir in. Ji van qereqolan bombe hatin avêtin. Ger ev lêpirsîn kûr bibe; Çima ev qereqol hene, bi erêkirina kê hatin avakirin, bi avakirina qereqolan hêzên xwe yên leşkerî ava kirin. Ev hemû dê bên lêkolînkirin. Ger rastî lêpirsînek bê kirin, kî berpirsyar e, wê tiliya hêzên PDK'ê derkeve holê. Ji ber vê yekê hewil didin li ser vê meselê bigirin. Ji bo ku qirêjiya xwe û ya berê kirine dernekevin holê, wiha tevdigerin.

Êdî gelê Kurd vê yekê dizane. Hemû gelê Kurd bi taybetî gelê me yê Başûr bi vê yekê dizanin. Ew êdî tiştên wiha napejrînin. Her kes dizane kî sûcdar e û kê çi kiriye. Yanî ji bo ku sûcên xwe veşêrin dixwazin rewatiyê bidin vê yekê. Dixwazin bi hinceta ku 'Ji pevçûnê hwd’ pêk hatiye nîşan bidin, da ku derewê wan eşkere nebe. Ev êdî wiha dom nake. Hikûmeta Iraqê, heta wezîrê derve (ê PDK’yî) nikare vê veşêre. Her kes dibîne ku kî çi dike. Ji ber vê yekê ev hewldan bê encam in.

 Ger pêşî li dewleta Tirk a ku qeyda wê tijî qetlîam e, neyê girtin, di dema pêş de xetereyên çawa li benda Rojhilata Navîn û bi taybet civaka Kurdistanê ne?

Faşîzma Komara Tirk her tim wisa domiyaye. Weke tiştekî rewa be, behsa Împaratoriya Osmanî, dagirkirina hemû aliyan dikin. Li ser dagirkirina Bakurê Sûriyeyê û qirkirina Kurdan tê axaftin. Her kes wan rewa dibîne. Çima Kurd? Ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Ger em li dîroka wan binêrin, ev dewleta Tirk wek komara li ser serê miletên din ava bûye. Komkujiya Ermeniyan, Suryaniyan, Yewnanan... Niha jî dixwazin Kurdan biqedînin. Kî li hemberî wan derkeve, ax û hebûna xwe biparêze, ew ê wan tune bikin. Ew wiha difikirin.

Van ramanan ji Naziyan derbas dibe. Em dibêjin kiryarên Hîtler lê van Hîtler jî derbas kirine. Xetere ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo tevahiya cîhanê xetere ye. Niha qala meseleyên Ege, Derya Reş, Ermenistan, Azerbaycan hwd. nakin. Ew bi rastî li gelek deverên cîhanê xeternak in. Hîtler derbas kir. Çima vê yekê dikin? Li gorî min ev peywira NATO ye. Divê NATO êdî ji Tirkiyeyê re bêje 'raweste'. Piştî ku NATO dest da wî, rabû û êrîşî tevahiya cîhanê dike. Hûn bi çi êrîş dikin? Hûn bi hêza NATO’yê êrîş dikin. Qet nebe divê NATO vê yekê rawestîne. Nexwe hemû cîhan ji ber van kiryarên ku Erdogan kiriye dikeve ber xeteriyeke mezin."