Banga MSD’ê li civaka navneteweyî: Hesab ji dewleta Tirk bipirsin

Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD, komkujiya dewleta Tirk li Zaxoyê kir, şermezar kir û xwest ku ji dewleta Tirk hesabê komkujiyê bê pirsîn.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), li ser komkujiya li Zaxoyê ya dewleta Tirk kir, daxuyanî da û banga xwestina hesabê komkujiyê ji dewleta Tirk kir. 

Di daxuyaniya MSD`ê de wiha hat gotin:

“Duh (20`ê Tîrmehê) di tobparana li dijî seyrangeheke li Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê-Iraqê de, herî kêm 9 sivîl şehîd bûn û 23 sivîl jî bi giranî birîndar bûn. Dewleta Tirk a cîran, bombe li sivîlan barandin. Dewleta Tirk bi domdarî gund û bajarokên ewle û yên bi sivîlan dagirtî ji xwe re dike hedef, tu rêzê ji serdestiya welatên cîran re nagire û dest dirêjê ewlehî û îstiqrara li herêmê dike, bi taybetî li Sûriye û Iraqê.

Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê ji gel û hikûmeta Iraqê re, bi taybet ji malbatên qurbaniyan re dixwazin, piştevaniya malbatên birîndaran dikin û şifaya lezgîn ji bo birîndaran dixwazin.

Em tekeziyê bi giringiya hevkariya hemû hêzên siyasî yên Iraqê dikin, bi taybet hikûmeta navendî û hikûmeta Başûrê Kurdistanê da ku piştevaniyê bidin gelê ku ji kêliyên destpêkê yên komkujiyê ve daket kolanan û hebûna Tirkiyê li ser xaka Iraqê red kir.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî dikin ku tavilê destwerdanê bikin, tevdîrên pêwîst bigirin û ji ber destdirêjiya li ser welatên cîran û beteahudî negirtina rêzê li ber qanûnên navneteweyî hesab ji dewleta Tirk bixwazin û sînorekî ji vê liv û tevgera bi hovîtî ya Tirkiyê re deynin.“