Dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomîne
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û gundan bombebaran dike.
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û gundan bombebaran dike.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Um Qura û Hesaçik ên Kantona Şehbayê û gundê Um Kêf ê rojavayê Til Temirê jî bomberdûman dikin.
Her wiha dagirker gundê Dirdara yê Til Temirê jî bi obus û hawanan bombe dikin.
Di encama bombebarana dewleta Tirk a li ser gundê Um Kêf a Til Temirê de, santrala ceyranê ya navçeyê nikare xizmeta ceryanê bide. Ev santrala ceyranê pêdiviyên navenda Til Temir û gundên wê peyda dike.
Hat ragihandin ku di êrîşan de ziyanên madî çêbûne.