Bombebarana dewleta Tirk a li Zirganê: Kesek mir, 4 birîndar ku 2 ji wan zarok in

Dewleta Tirk a dagirker bombe li navçeya Zirgan a dikeve bakurê rojavayê Kantona Hesekê barand. Di êrîşê de leşkerekî Şamê jiyana xwe ji dest da, 4 kes ku 2 ji wan zarok bûn.

Dewleta dagirker ji saetên sibehê ve navenda Zirganê û bejahiya bakurê wê bi dijwarî bombe dike.

Li gorî çavkaniyên herêmî û nexweşxaneyê, di êrîşê de leşkerekî Şamê jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn ku 2 ji wan zarok in.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Şehîd Xebat a Dirbesiyê.

Hate zanîn ku navê leşkerê jiyana xwe ji dest dayî ku endamê hêzên hikûmeta Şamê ye, Mehmûd El-Xerîb e.

Navê birîndaran wiha ye: Mihemed Qasim (20), Mueyed Ebdullah (32) û her du zarokên wî yên bi navê Mihemed Mueyed Ebdullah (7) û Teysîr Mueyed Ebdullah (5).

Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, her du zarokên birîndar û bavên wan sewqî Nexweşxaneya Şehîd Sarya ya li Hesekê hatin kirin.