‘Êrîşên li dijî QSD’ê nîşaneya têkçûna dewleta Tirk e’

Rêveberiya Xweser ya herêma Efrînê bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, şermezar kir.

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê, berdewam dikin.

Di 22’yê Tîrmehê de balafirê bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker wesayîta 3 fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bombebaran kir. Di êrîşê de fermandara Yekîneyên Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, feramndar Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan şehîd bûn.

Têkildarî mijarê, îro Rêvberiya Xweser ya herêma Efrînê li Kampa Berxwedan daxuyanieyek da raya giştî.

Daxuyanî, bi zimanê Erebî ji aliyê Cîgirê Hevserokê Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Israfîl Mistefa, bi zimanê Kurdî jî ji aliyê endama meclîsê Zelûx Bekir ve, hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser welatparêz, sivîl û fermandar û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk yên ku li dijî terorstên gerdûnî ku nûnertiya DAÎŞ'ê dike şer kirin, didomîne.

Hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a ku parêzvan û hembêzvanê pêşengên DAÎŞ’ê ye, bi van êrîşên li dijî fermandar û şervanên QSD’ê hewl dide tola têkçûna DAÎŞ’ê ya ku li ser destê wan bin ketine, hilîne û wiha hat gotin: “Berdewamiya êrîşên dewleta Tirk ên li ser welatên cîran û hedefgirtina sivîlan û hêzên QSD’ê nîşaneya îflasa dewleta Tirk a siyasî, aborî û dîplomatîk e û hewldana vejandina rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê ye.”

Rêveberiya Xweser a herêma Efrîn bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinan a li hember van êrîşan şermezar kir û bang li wan kir ku berpirsyariya xwe ya exlaqî bînin cih, destekê bidin xebatên QSD’ê yên li dijî terorê û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin.

Di dawiya daxuyaniyê de soz hat dayîn ku dê tola her sê şehîdên leheng Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan hilînin, rêya wan bişopînin û armancên ji bo wan şehîd bûne pêk bînin.