Êrîşên li ser Rojava û Zaxo şermezar kirin
Li Kobanê Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratî, Tevgera Civaka Demokratîk, Malbatên Şehîdan komkujiya dewleta Tirk a li ser Rojava û Zaxoyê şermezar kirin.
Li Kobanê Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratî, Tevgera Civaka Demokratîk, Malbatên Şehîdan komkujiya dewleta Tirk a li ser Rojava û Zaxoyê şermezar kirin.
Bi tevlîbûna bi dehan endamên Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Tevgera Civaka Demokratîk, Malbata şehîdan ve li Qada Azadî têkildarî komkujiya dewleta Tirk a dagirker li Zaxo ku jin û zarok jî di nav de 9 kes hatibûn qetilkirin û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongeya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl ve hate dayîn û ev hate got: “Êrîşên dewleta Tirk a li ser herêma Kurdistanê û taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bûye. Armanc têkbirina destkeftiyan e. Dewleta Tirk ji bo êrîşê bike berê xwe dide hinek aliyên din ku çiraya kesk ji bo wan bê pêxistin.”
Xelîl bal kişand ser civîna li Tehranê jî û got: “Li Tehranê civîn di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de hate kirin ku ji bo tinekirin û qirkirina gelê Kurd. Piştî vê êrîşî Zaxoyê kir û zaroka 1 salî Zehra jî di nav de gelek kes qetil kir. Dewleta Tirk ne tenê êrîşî gelê Kurd êrîşî tevahî gelên li Rojhilata Navîn dike.”
Xelîl anî ziman ku dewleta Tirk li Kobanê jî êrîşî gel dike û ev anî ziman: “Dronên Tirk li Kobanê sivîlan dike hedef, em van êrîşan şermezar dikin. Bang li civak azadîxwaz û demokratîk, mafê mirovan û saziyên navnetweyî dikin ku li ber van êrîşên qirker û dagirkeriyê bêdeng nemînin û qedexeya esmanî li van herêman bê ragihandin.”