Li Hesekê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Li Hesekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker bi daxuyaniyekê hate protestokirin.

Li bajarê Hesekê tikildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û sala 100’emîn a Peyamana Lozanê daxuyenek hate dayin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Navçeya Bakur Remadan Fetah ve hate xwendin.

Fetah diyar kir ku îro sala 100’emîn a Peymana Lozanê ye ku li bajarê Lozan ê Swîsreyê di 24’ê Tîrmeha 1923’an de di navbera dewleta Tirk û dewletên Ewropayê de pêk hatiye. Fetah anî ziman ku li gorî peymanê, nexşerêya herêmê li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê û li ser hesabê hêvî û mafên gelên herêmê ji nû ve hat xêzkirin.

Fetah bibîrxist ku Peymana Sewrê ku 10’ê Tebaxa 1920’an di navbera dewleta Osmanî û dewletên Ewropayê de li Fransa hate îmzekirin û wiha got: “Ev peyman bû sedem ku dewleta Osmanî parçe bibe, gelên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û gelek pêkhateyên din mafên xwe di serxwebûnê de bidest bixin. Lê peymana Lozanê maf û nasnameya gelan ji bo avakirina dewleta Tirk li ser komkujiyan, înkar kir.”

Bi domdarî Fetah Peymana Lozanê şermezar kir kir û got: “ Dewleta Tirk a dagirker ji êrîşên li dijî herêmê armanc dike ku bi rêya tevlêkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kerkûk û Musilê, Mîsaqî Millî vejîne û nexşerêyeke din a herêmê xêz bike.“

Fetah got ku ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, NY û hêzên navneteweyî berpirsiyarin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.