Ciwanên Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Ciwanên Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker meşek girseyî li dar xistin.

Ciwanên Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker meşek girseyî li dar xistin. Ciwan li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê kom bûn û bi dirûşmeya "Qatil Erdogan" û "Bimire xiyanet" dest bi meşekê kir.

Dewleta Tirk a dagirker duh bi balafireke bê mirov a bi çek êrîşî Kobanê kir. Di encamê de du şervanên QSD'ê şehîd bûn. Duh jî li gundê Perexê yê Zaxoyê komkujiyek pêk anîn. Ciwanan ber bi daristana Kobanê cihê ku êrîş lê hatibû kirin ve meşiyan. Li wir deqeyeke rêz hate girtin. Paşê ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Ehmed Derwîş axivî û got: "Duh Zaxo bû û îro herêma di navbera Hesekê û Amûdê de bû. Mijar hedefgirtina Kurdan li her dever ye, sedem ew e ku Erdogan di hundir de têk çûye.

Em wekî ciwan û QSD'ê em ê hedekî ji Erdogan û alîgirên wî re deynin. Her ciwan û şervanekê wê tola hevalên xwe yên şehîd hilîne.''

Derwîş anî ziman ku ew ê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî bersiveke xurt bidin Erdogan.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.