Li Kobanê ji bo şehîdan konê sersaxiyê hat vedan

Îro bi sedan şêniyên Kobanê ji bo sersaxiya ji malbatên Şehîd Amara Tolhildan, Berxwedan Kobanê û Kendal Rojava bixwazin bera xwe dan konê sersaxiyê.

Ji bo sersaxî ji malbatên şehîd Amara Tolhildan,Berxwedan Kobanê, Kendal Rojava konê sersaxiyê hat vedan.

Di konê de nûnerên hemû saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser û yên leşkerî yên bajêr û welatî bi awayeke girseyî bera xwe dan konê. Li wir di şexsê her sê şehîdan de ji bo tavahî şehîdên rêya azadiyê  deqeyek rêz hat girtin.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn di konê çalakiyê de axivî. Şahîn diyar kir ku şehadet ji bo wan jiyaneke azade û wiha pêde çû; "Şehadeta şehîdan ji bo me jiyaneke azad û bi rûmet e, ji ber wê îro ji bo ku gelê me bi azadî jiyan bike em keç û xortên giranbuha feda dikin. ji bo ku em xwedî li nirxê şehîdan derkevin, divê em şopdarê xeta şehîdên xwe bin.”

Hevseroka Meclîsa Navçeya Şêranê Lutfiyê Silêman jî axaftinek kir û got; "Îro dema ku em cangoriyên xwe dispêrên axê em parçeyek ji kezeba xwe dispêrin axê, di heman demê de em êdî ber bi azadiyê û şikandina koletiya li ser me ve diçin. Ew jî bi saya şehîdên me ne. Di heman demê de Gerîlayên Azadiyê li çiyayên Kurdistanê ku şerê hebûn û tunebûnê didin û li hemberî dagirkeriyê têdikoşin, ew jî ne ji bo xwe lê ji bo azadiya tevahî Kurdistanê ye. Çekên Kîmyawî li cîhanê qedexekirîne lê çima ku li hemberî Kurdan tê karanîn ne qedexekirî ye.”

Axaftin di çarçoveya dilsoziya bi şehîdan re û bi berzkirina dirûşmeyan bidawî bûn.

Şêniyên Kobanê ji bo sersaxiyê bidin malbatên şehîdan û hevxemiya xwe nîşan bidin ref bi ref diçin konê sersaxiyê.