QSD’ê nasnameya sê fermandarên jin ên şehîd eşkere kir

QSD’ê ragihand ku di êrîşa duh a balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker ya li ser rêya Qamişlo de, fermandara hêzên Antî-Teror Jiyan Tolhildan, fermandar Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan şehîd bûne.

Di 22’ê Tîrmehê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo li wesayîtek dabû. Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek da û nasnameya 3 hevrêyên xwe yên di êrîşê de şehîd bûne, eşkere kir.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hat gotin, “Dewleta Tirk a dagirker û çete ku dixwaze têkoşîna me ya azadiyê û şoreşa me tune bike her roj bi awayekî hovane êrîş dike û bi konsepta imha û tunekirina li ser axa me ve armanca tunekirina gelê me, pergala netewa demokratîk ku bi berdêlên giranbiha hatiye avakirin dike hedef. Dewleta Tirk a dagirker û çete, Şoreşa Rojava û destkeftiyên wê yên ku bi ked û pêşengtiya jinên şoreşger ve hatin destxistin dike hedef. Di van êrîşên dewleta Tirk a dagirker de bi qasî dewleta Tirk hêzên koalisyonê jî berpirsyar in. Em ê li hember gef û êrîşan bêdeng nemînin. Bersiva me ya êrîşan wê bibe têkbirina dagirkeriyê û misogerkirina azadiya Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê.”

SOZA TOLHILDANÊ HAT DAYÎN

QSD’ê da zanîn ku di 22’yê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker û çete li ser rêya Qamişlo bi balafira bêmirov êrîşê wesayîtekê kir û wiha domand, “Di encama vê êrîşê de fermandara hêzên QSD’ê Jiyan Tolhildan ku fermandara hêzên YAT’ê bû, fermandar Roj Xabûr û hevrêya me û endama YAT’ê Barîn Botan ku li ser erkê xwe bûn şehîd bûn. Em ji hemû pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahî gelê Kurd û hêzên QSD’ê re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soz û qesema tolgirtina şehîdan, têkbirina dagirkeriyê û parastin û mezinkirina şoreşê a ku keda mezin a fermandar û hevrêyên me tê de heye dubare dikin.

Fermandara YAT’ê Jiyan Tolhildan bi nasnav (Selwa Yusuf) bi rêxistinkirina gel a ji bo şoreşê heya gavên destpêkê a şoreşa Rojava heya avabûn û artêşbûna YPJ’ê û fermandariya YAT’ê di hemû qadên şoreşê de bû xwedî kedeke bêhempa. Li hemû qadên Rojava bi hêz û wêrekiyeke mezin ji bo avakirina netewa demokratik û azadiya jin di hemû karên şoreşê de xebat meşand û ev şoreş bi keda Fermandar Jiyanan ve mezin bû.  Şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de bi hêzên Koalisyonê re di pêngavên rizgarkirinê de cihê xwe girt, pêşengtî kir

Fermandara YPJ’ê Roj Xabûr bi nasnav (Ciwana Heso) a bi eslê xwe ji Dirbesiyê ye, bi dengê şoreşa Rojava ya ku hemû cîhan hejand ve hêz û kelecaneke mezin digre û wisa tevlî şoreşê dibe. Bi bîr û baweriyeke mezin a jiyana azad têdikoşe û hêza jin a berxwedanê bi vîna ku çeperên tê de şer kir ve derxist holê. Şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de bi hêzên Koalisyonê re di pêngavên rizgarkirinê de cihê xwe girt, pêşengtî kir.

Hevrê û endama YAT ê Barîn Botan bi nasnav (Ruha Beşar) bi eslê xwe ji Efrînê ye, di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Di temenê xwe yê ciwan de, bi hêviya jiyana azad tevlî refên şoreşê dibe û bi kelecana şoreşê di nava refên azadiyê de cihê xwe digre. Her dem bi lêgerîna azadiyê dijî û li hember hemû hêzên desthilatdar bi biryareke mezin têkoşiya.

Em  QSD ji malbata fermandar Jiyan, Roj û hevrê Barîn re sersaxiyê dixwazin. Em careke din dibêjin ku tolhildana şehîdan soza me ya têkoşînê ye em ê tola fermandar û hevrêyên xwe jî, ji dijminên jinên şoreşger û dijminên azadiyê bigrin. Çawa ku fermandar Jiyan, fermandar Roj û hevrê Barîn ji bo pêşerojeke azad a Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê têkoşiyan, ked dan, xebat meşandin em ê jî hêza ku me ji ked û têkoşîna wan girtî ve bi soza hevrêtî a ku me ji wan re daye têbikoşin. Em berdewama mîrateya şehîdan e, em ê tu gef û êrîşên dagirkeriyê li ser gel, ax û şoreşa xwe nepejirînin, heya ku em bi ser bikevin em ê li hember her cure êrîşê li ber xwe bidin û em ê tola şehîdên xwe bigrin.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Jiyan Tolhildan

Nav û Paşnav: Selwa Yusuf

Navê Dayîk:  Asya

Navê Bav: Hisên

Cihê ji Dayîkbûnê: 1980-Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-22.07.2022

 

Nasnav: Roj Xabûr

Nav û Paşnav: Ciwana Heso

Navê Dayîk:  Şems

Navê Bav: Hesen

Cihê ji Dayîkbûnê: 1992-Dirbêsiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-22.07.2022

 

Nasnav: Barîn Botan

Nav û Paşnav: Ruha Beşar

Navê Dayîk: Qedriye

Navê Bav: Merwan

Cihê ji Dayîkbûnê: 2003-Şehba

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-22.07.2022”