Çeteyan li Cindirêsê 2 kes revandin
Çeteyên Polîsên Leşkerî yên girêdayî dagirkeriya Tirk li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê 2 kes revandin.
Çeteyên Polîsên Leşkerî yên girêdayî dagirkeriya Tirk li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê 2 kes revandin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcan li dijî şêniyên resen ên li Efrîna dagirkirî didomînin.
Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ragihand ku çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî 2 kesên ji gundê Til Silorê yê girêdayî navçeyê revandine.
Li gorî çavkaniyê Behrî Hisên Selîm (28) û Fewzî Mehmûd Elî (27) hatine revandin û aqûbeta van kesan nayê zanîn.