ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD'ê bîlançoya êrîşên dagirkeriyê yên 26'ê Mijdarê eşkere kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya êrîşên 26'ê Mijdarê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. -
Balafirgeha Minixê careke din hate bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker Balafirgeha Minixê û gundê Eyn Deqnê yên li Kantona Şehbayê careke din bombe kir. -
Di nava 24 saetan de zêdeyî 300 bombe li kantonên Efrîn û Şehbayê hatin barandin
Dewleta Tirk a dagirker di nava 24 saetên dawî de herî kêm 20 qadên kantonên Efrîn û Şehbayê bombe kir. -
'Em ê dîktatoriya vê demê têk bibin'
Endama Koordînasyona Kongraya Star a Kantona Efrînê Gulê Mihemed got, çawa ku jinan di dîrokê de dîktatoriya Trujîllo têk birin ew ê dîktatoriya vê demê ya Erdogan jî têk bibin. -
Li Zirganê 2 çeteyên Tirk hatin kuştin
QSD’ê ragihand ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Zirganê de, parastina cewherî kirine û 2 çete hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne. -
Ji bo Şehîd Fewaz li Kobanê merasîm
Cenazeyê Fewaz Terboş ê li gundê Qenterê yê Kobanê şehîd bû, li Herêma Firatê bi tevlêbûna bi sedan kesan li Goristana Şehîd Dîcle hat veşartin. -
Cenazeyên 6 şehîdên QSD’ê li Til Hemîs û Şedadê hatin veşartin
Cenazeyên 6 şervanên QSD’ê yên di encama bombebarana dewleta Tirk a li ser Kompa Holê de şehîd bûn, li Til Hemîs û Şedadê bi meramîsan hatin veşartin. -
Gelê Qamişlo peyama 'Berxwedan didome' dan
Gelê navçeyên Til Koçer û Çilaxa yên Qamişlo nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dan û peyama berdewamkirina berxwedanê dan. -
QSD’ê bîlançoya 25’ê Mijdarê eşkere kir
QSD’ê diyar kir dewleta Tirk a dagirker di 25’ê Mijdarê de li 77 gund û bajarokan daye. QSD’ê diyar kir li Zirganê 6 çete hatine kuştin. -
Osê: Rêxistinbûna jinan wê civakê biparêze
Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê got, "Jina rêxistinbûyî ya ku xwedî fikreke hevpar e, dikare di nava şerekî dijwar de civaka xwe biparêze." -
Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser qadên sivîlan didomîne
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên sivîlan didome. Nêzî hezar caran bi hawan, obus û tankan li qadên sivîlan hate xistin. -
‘An berxwedan an berxwedan’
Faşîzm û terora Tirk bê navber Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Ji Dêrikê heta Şehba bi balafirên şer û bi obus û havanan bombebaran dike. -
Li Şehbayê bi topan li maleke sivîlan dan
Êrîşên ku dagirkeriya Tirk li ser Şehbayê dike, zêde bûye. Duh şev li gundê Ehreze yê Şehbayê bi topan li mala Zehirdîn Ebdalo hate xistin. -
35 sal in şopdarê rêya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e
Ebdilkerîm Kose yê ku di sala 1987’an PKK’ê nas dike, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibîne. Ebdilkerîm got: “Rêber Ocalan, xîtabî mirovahiyê dikir. Ew, temsîla heqîqetê dike.“ -
QSD’ê nasnameya 9 şervanên li Kampa Hol û Zirganê şehîd bûn eşkere kir
QSD’ê nasnameya 8 şervanên ku di êrîşa hewayî ya li dijî kampa Holê ya dewleta Tirk a dagirker de û şervanekî li navçeya Zirganê şehîd bibûn, eşkere kir. -
Şervanê Suryanî bi merasîmekê li Hesekê hat veşartin
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Mîlad Mûnîr Mîro ku di nava hefteyê de dema li ser erka xwe bû şehîd bû, ji aliyê gelê Hesekê ve bi merasîmekê hate veşartin. -
QSD: Li Zirganê 6 çete hatin kuştin
QSD’ê diyar kir deama çeteyên dewleta Tirk xwetstine têkevin gundekî, hêzên wan li çeteyan dane û 6 çete kuştine. -
Cenazeyê El Hemîd li Til Temirê bi merasîmekê hate veşartin
Ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Îbrahîm El Hemîd ê ku li Zirganê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Til Temirê merasîmeke girseyî hate kirin. -
QSD'ê bîlançoya êrîşên 24'ê Mijdarê eşkere kir
QSD'ê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrîşên 24'ê Mijdarê eşkere kir û ragihand, ku doh jî êrîş bi giranî li hemberî binesaziya herêmê hatiye kirin. -
Newroz Ehmed: Xwedîderketina li Şoreşa Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye
Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed got, "Çawa ku em bi hev re xwedî li Kobanê, li Şengalê derketin, divê bi heman rengî xwedî li şoreşê, li Rojava derkevin. Ev xwedîderketin xwedîderketina li mirovahiyê ye." -
QSD: 12 leşkerên Tirk û 8 çete hatin kuştin
QSD’ê diyar kir di operasyonên çarçoveya mafê parastina rewa de, 12 leşkerên artêşa Tirk ên dagirker û 8 çeteyên wê hatine kuştin. -
QSD'ê avêt ser 2 baregehan: 4 çete hatin kuştin
QSD'ê li hemberî 2 baregehên dewleta Tirk a dagirker ên di navbera Til Temir-Zirganê de çalakî kir. 4 çete hatin kuştin. -
Di 24 saetên dawî de nêzî hezar top li gundên Rojava ketin
Dewleta Tirk a dagirker di nava 24 saetên dawî de nêzî hezar top avêt bi dehan gundên Rojava. -
Bedran Çiya Kurd: Faşîzma dewleta Tirk wê bi rengekî dîrokî têk biçe
Bedran Çiya Kurd destnîşan kir, ku dewleta Tirk wê li hemberî berxwedana wan bi rengekî dîrokî têk biçe û got, "Ev rejîma faşîst a ku hewl dide li ser xwîna gelê me li ser desthilatdariyê bimîne, divê baş zanibe ku wê şensê wan tune be." -
Eşîrên Ereb ji bo têkoşîna hevpar a li gel QSD'ê bang kirin
Qebîleya Cibûr û Eşîra Bergara yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku ew bi QSD'ê re ne û wê li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin. Her wiha ji bo têkoşîna hevpar bang li eşîrên din ên li herêmê kirin.