Di 24 saetên dawî de nêzî hezar top li gundên Rojava ketin

Dewleta Tirk a dagirker di nava 24 saetên dawî de nêzî hezar top avêt bi dehan gundên Rojava.

Dewleta Tirk a dagirker ji şeva 19'ê Mijdarê û vir ve di asteke giran de êrîşê dibe ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Bi taybetî li dijî binesaziya sivîl sûcên giran ên şer têne kirin.

Navendên petrolê, şebekeyên elektrîkê, embarên genim, nexweşxane, dibistan, rê, mal bi giranî têne bombekirin.

Hin ji deverên, ku di nava 24 saetên dawî de bombe li wan hatin barandin wiha ne:

Şera, Merenaz, Malikiyê, Tinnib, Tatmeraş, Kişteaar, Alqemiyê;

Li Şêrawayê Girê Meyasê, girê navbera Meyasê û Birc Qasê, Hirşê Sixonekê, Geliyê Aqîbê, gundên Bênê, Dêrcimêl û Ziyaretê;

Li herêma Şehbayê Til Madîq, qada navbera Hesacêk û Samûqa, Til Cîcan, Samûqa, Til Aneb, Bêlûniyê, Ayn Deqnê, rêya Hirbilê, Til Rifet, Şêx Îsa, Zîwan û balafirgeha Minixê.

Hate ragihandin ku herî kêm 965 hawan, obus û topên tankê li van herêman ketin. Êrîşên ku bûne sedema xisareke mezin a madî hîn jî dewam dikin.

Sibeha 25'ê Mijarê bi dema herêmî saet di 08:00 de gundên Dada Ebdal û Bobî hatin bombekirin.