35 sal in şopdarê rêya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e

Ebdilkerîm Kose yê ku di sala 1987’an PKK’ê nas dike, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibîne. Ebdilkerîm got: “Rêber Ocalan, xîtabî mirovahiyê dikir. Ew, temsîla heqîqetê dike.“

Tevgera Azadiyê ya Kurd, dikeve sala 45’emîn a têkoşînê. Welatparêzê Rojavayî Ebdilkerîm Kose, bi boneya salvegera 45’emîn ji ANF’ê behsa naskirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora wî ya li ser gelan kir.

JI XWE RE KIRIYE ARMANC KU XWE BIGIHÎNE GELAN

Ebdilkerîm Koseyê Hesekêyî got ku wî di sala 1987’an tevgera azadiyê nas kiriye û wiha behsa naskirinê kir: “Me Tevgera Azadiyê bi rêya hevalekî nas kir. Hingê gelek hevalan xebatên girseyî dikirin. Pir diçûn serdana malan. Berê jî têkiliya me bi tevgerên Kurd re hebû lê heval gava hatin Rojava deriyê ji berê bêhtir li Kurdîtiyê vebû. Piştî naskirina tevgerê dilê me bi partiyê û hevalan ve bû. Ez û malbata xwe ji awayê rûniştina hevalan bi bandor bûn. Demeke kin me xebata girseyê kir û serdana gelê Xirîstiyan dikin, em di derbarê partiyê de diaxivîn, me nîqaş dikir. Armanca partiyê ne bi tenê ew bû ku xwe bigihîne gelê Kurd, ketibû wê hewilê ku bi gelên din re jî têkiliyê deyne.“

Ebdilkerîm got ku wî bi boneya salvegera damezirînê Rêberê Gelê Kurd Abdullah û PKK nas kirine û wiha pê de çû: “Min Rêber Apo 27’ê Mijdara sala 1994’an li Libnanê dît. Bi komek hevalên xwe re çûm ba Rêber Apo. Em hêj negihîştin me bi komê re nîqaş kir. Me got em çi ji Rêber Apo bipirsin, behsa kîjan mijaran bikin. Dîtina Rêber Apo kêlecaneke cuda bû. Ya rast îcabê tu plansaziyên ku me kiribûn nekir. Lewre Rêber Apo hêj me nepirsî ji me re behsa hemû pirsgirêkan û rastiya civakê û rewşa gelê Rojava yek bi yek kir.“

‘RÊBER APO TEMSÎLA GELAN DIKE’

Ebdilkerîm wiha behsa guherîna jiyana xwe piştî naskirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kir: “Ya rast ez wek beriya rêbertiyê û pişt re li ser xwe bisekinim. Menewiyata wî cuda bû, bi xelkê re bû û xwe ji xelkê cuda nedidît. Ji rabûn, rûniştin, xwarina nan, mijûlbûna wî ya bi me re heta bi suhbeta wî, me bi eşkerehî didît ku Rêber Apo gel e. Rêberekê pêşbîn bû Rêber Apo.  Salên 90’î em negihîştin vê asta wateyî lê niha fikirên Rêber Apo niha yek bi yek derdikevin pêşberê me. Hêj di salên 90’î de digot pêdiviya me bi xwişk û biratiya gelan û yekîtiya wan heye û digot ku xelasiya gelên bindest, xelasiya gelên bindest bi yekîtiyê ye. Bi projeya Neteweya Demokratîk xwişk û biratiya gelan bû hêvî. Bi naskirina Rêbertiyê re dilê min yekcar pê ve bû. Me dest bi xebatên girseyê kir. Bi vî awayî fealiyetên me yên siyasî û birêxistinbûnê zêde bûn.

KURD WÊREK BÛN

Em girêdayê axa xwe bûn. Tirsa ji rejîmê êdî ne wek berê bû. Kurdan êdî xwe bi rêxistin dikir û wêrek dibûn. Bi fikira ku Rêbertiyê bi me da karkirin, sekina hevalan e ev hest li me peyde bû, heta kengî ew ê me bipelçiqînin? Bi naskirina Rêbertiyê em yekcar bi biryar bûn. Êdî me guh nedida girtina rejîmê. Tirs hebû lê me hesab dikir lê me ew datanî aliyekî. Hatina Sûriyeyê ya Rêber Ocalan ji gel re bû hêz.“

‘RÊBER APO XÎTABÎ GELAN DIKIR’

Ebdilkerîm bal kişand bi ser wê yekê de ku projeya Neteweya Demokratîk hêj di salên 80’yî de bi xwegihandina gelan a Rêber Ocalan re dest pê kiriye û wiha pê de çû: “Em nikarin bibêjin me ji sedî sed ji paradîgmaya Rêber Ocalan fêm kiriye. Rêber Apo xîtabî mirovahîyê dikir. Heqîqet bû. Fikra gelên bindest bû. Ne bi tenê Kurdan, Ereb û Xirîstiyanan jî fikira Rêber Apo diheband, guhdariya kasetên wî dikir û danezanên derdiketin dixwendin. Dixwestin ku cihê nîqaşê çêbibe. Projeya Neteweya Demokratîk ku îro li Rojava bi meriyet bûye, bandora fealiyetên girseyî li ser pir e.

 MÎRATE HIŞT JI MIROVAHIYÊ RE

Beriya her tiştî divê fikirên Rêbertiyê ji berê bêhtir bigihîjin hemû gel û alemê. Ne bi tenê ez wisa dibêjim. Xwişk û birayên me yên Ereb, Ermen û yên din îro ji me bêhtir fikirên Rêbertiyê qebûl dikin. Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Asûrî dixwazin ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bê. Ne bi tenê Kurd, gelên paradîgmaya Rêber Apo dihebînin li doza xwişk û biratiyê dewam dikin. Rêber Apo mîrateyeke wiha ji mirovahiyê re hişt.“