QSD: Li Zirganê 6 çete hatin kuştin

QSD’ê diyar kir deama çeteyên dewleta Tirk xwetstine têkevin gundekî, hêzên wan li çeteyan dane û 6 çete kuştine.

Di daxuyaniya QSD’ê de hat gotin: “Roja 24’ê Mijdarê di seetên şevê de li gundê Bobî yê bajarokê  Zirganê çeteyên dagirker hewl dan ku êrîş bikin. Bi bersivdayîna hêzên me re, di navbera hêzên me û çeteyên dagirker de şer qewimî.

Di şer de 2 çete hatin kuştin. Di vî şerî de tiştek bi hêzên me nehat. Piştî şer çete paşve kişiyan gundê Um Işbê. Hêzên me li hember vê komê çeteyan çalakiyek bi çekên giran li dar xist. Di encama vê çalakiyê de jî 4 çeteyên dagirker hatin kuştin. Di van şer û çalakiyan de giştî 6 çeteyên dagirker hatin kuştin.”