'Em ê dîktatoriya vê demê têk bibin'

Endama Koordînasyona Kongraya Star a Kantona Efrînê Gulê Mihemed got, çawa ku jinan di dîrokê de dîktatoriya Trujîllo têk birin ew ê dîktatoriya vê demê ya Erdogan jî têk bibin.

Endama Koordînasyona Kongraya Star a Kantona Efrînê Gulê Mihemed diyar kir, ku dewleta Tirk bi hemû teknîka xwe û çekên kîmyewî ku di asta navneteweyî de qedexe ne, êrîşê çiyayên azad dike û got, "Lê gerîlayên li çiyayên azad bi berxwedana xwe bersivê didin. Di şexsê Şehîd Ruken û Şehîd Sara li Bakurê Kurdistanê bersiv dan dewleta Tirk ku gotin, tu kes nikare vîna me bişkîne. Bi vî rengî êrîşên dewleta Tirk têk birin."

Gulê Mihemed bi dewamî qala êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye kir û got: “Dewleta Tirk ji bo tola têkçûna xwe ya li çiyayên Kurdistanê rake, êrîşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye dike. Dixwaze projeya ku ji bi îdeolojiya Rêber Apo hatiye avakirin têk bibe. Lê gel li hember vê yekê, helwesta xwe diyar dike û dibêje, 'Kes nikare vîna me û dilsoziya me ya bi ramanê Rêber Apo re têk bibe'. 

Dewleta Tirk qaşo dixwaze herêmeke ewle di van herêman de bide avakirin. Lê xelkên di van herêman de bi ramanê Neteweya Demokratîk bi hev re dijîn. Dewleta Tirk jî dixwaze vê yekê têk bibe, lê wê nikaribe armanca xwe pêk bîne. Ji ber ku gelê me  wê heta dawiyê li pey ramanên Rêber Apo be."

Di dawiya axaftina xwe de Endama Kordînasyona Kongra Star a Efrînê Gulê Mihemed wiha got: "Me li hemberî Erdogan ê ku Turojîllo yê vê demê ye çalakî lidar xist. Çawa ku di wê demê de sê xwişkên Mêrîbal li hember li ber xwe dan, jinên îro jî li ber tundiyên li dijî jinê radibe. Erdogan hewl dide vîna jinan bişkînê, lê wê jin her tim têbikoşe û faşîzmê têk bibe."