QSD'ê bîlançoya êrîşên 24'ê Mijdarê eşkere kir

QSD'ê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrîşên 24'ê Mijdarê eşkere kir û ragihand, ku doh jî êrîş bi giranî li hemberî binesaziya herêmê hatiye kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 24'ê Mijdarê eşkere kir.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser heremên Bakur û Rojhilarê Suriyeyê dewam dike. Bi taybetî heremên sivîlan û binesaziya heremê a ku debara jiyana milet peyda dike têne bombekirin, sûcên dagirkeriyê ên li dijî mirovahiyê bi dîmenan hatine belge kirin. Ev sûc li dijî xelk û axa me pêk tên. Divê ev sûc dakeve ser maseya lêpirsînê ya navdewletî.

Bîlançoya êrîşan a derengiya şeva 23 Mijdar û 24'ê Mijdarê wê wihaye:

23'ê Mijdarê;
 
HERÊMA CIZÎRÊ

QAMIŞLO

Gundên Mehşûq, Dêrna Qilinga, Gir Henak,  Sawyer, Rotan, Til Zîwan, Elî Fero, Hermê Şêxo, Kodo, Dodan zêdetirê 20 obusan û doçkayan hat topbaran kirin.

Li navenda bajêr seyareyek ji aliyê balafirê keşfê ve hat bombebarankirin.

Şirketên Newroz, gaziyek sotemeniyê bi obus û hawanan hatin topbaran kirin.

Cihên belavkirina mazotê ya bajaroka Tirbesipiyê û gundê Dêrna Qilinga hatin topbaran kirin.

HERÊMA FIRATÊ

GIRÊ SPÎ

Gundên Hoşan, Şorbenîsk, Seyda, saumayê gundê Qizelî, şîrketa çîmento bi obus, hawan û gulleyên tankê hatin topbaran kirin.

MINBIC

Gundên Girê Elhemam, Til Elseyada, Toxar bi 10 obus û hawanan hatin topbaran kirin.

24'ê Mijdarê;

HERÊMA EFRÎNÊ

Gundên Soxanekê, Bênê, Maliliyê, Meyasê, Şewarqa, Merenaz, Tatmaraş, Kefer Naya, Îrşadiyê, Elqemiyê, Hirbil, Minnix, Bêllûniyê, Til Madîq, Mişêrfê, Zîwan, Kefer Nasêh, Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Seddê Şehba û bajaroka Til Rifat zêdetirê 200 obus û hawanan hatin topbaran kirin.

HERÊMA CIZÎRÊ

TIL TEMIR

Gundên Qibûr Xerecna, Gozeliyê, Dirdara, Xelf Elrikbê zêdetirê 20 obusan hatin topbaran kirin.

AMÛDÊ

Gundên Esediyê, Bobî, Mihemela, Rabîat, Cetel, Til Kêf, Şorik, Xeşafiya, Xirzê, Xanikê, Bîhîra, Cirnikê, Elgaziya, Xirbe Şîhîr, Til Werd, Til Emîr û bajaroka Zirganê  zêdetirê 80 obusan û çekên doçka hatin topbaran kirin. Di encam de şervanek me şehîd bû, 2 şervanên me jî birîndar bûn.

QAMIŞLO

Gundên Neyîf, Til Cîhan, Digirê, Miherikan, Mele Ebas, Mahşûq, Mizgeft, Hatimiyê, Herem Reş, Zorava zêdetirê 30 obusan hatin topbaran kirin.

HERÊMA FIRATÊ

KOBANÊ

Gundên Zormexar, Til Ehmed Mûnîr, Til Ehmed, Zorava, Ziyaret, Kirbenat, Til Cîşan, Til Ebrê û bajaroka Şiyux Foqanî zêdetirê 50 obus, hawan û gulleyên tankê hatin topbaran kirin.

GIRÊ SPÎ

Gundên Mealîk, Dibis, Seyda, Îbrahîm Kirdo bi obus û hawanan hatin topbaran kirin.

MINBIC

Gundên Boxaz, Koryehûk û Toxar bi 12 obusan hatin topbaran kirin."