QSD'ê bîlançoya êrîşên dagirkeriyê yên 26'ê Mijdarê eşkere kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya êrîşên 26'ê Mijdarê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û bîlançoya êrîşên 26'ê Mijdarê yên dewleta Tirk a dagirker eşkree kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kete roja xwe ya heştemîn. Ji ber bombebarana balafirên şer, top û tankan berdewam dike û di encamê de ziyanên madî yên mezin li navendên xizmetguzariyê û zeviyên welatiyan çêdibe. Ev êrîş, mînakeke eşkere û vekirî ya sûcên li dijî mirovahiyê ye ku ji aliyê dagirkeriyê ve bi zanebûn û dubare tê kirin.

Encama êrîşên dagirkeriyê yên saatên dawîn a roja Înê (25`ê Mijdarê) her wiha encamên roja Şemiyê (26`ê Mijdarê) ev in:

25'ê Mijdarê:

HERÊMA CIZÎRÊ

Til Temir

Gundên Um El Kêf, Gozeliyê, Dirdara, Tewîla û Til Tewîl bi 15 obîsan hatin topbarankirin.

Zirgan

Gundên Til El Werd, Esediyê û Bobî bi 6 obîsan hatin topbarankirin. Her wiha bi doçkayan hatin gullebarankirin.

HERÊMA FIRATÊ

Kobanê

Gundên Ziyaret, Zormixar, Til Ehmed Mûnîr, Goran, Xirbîsan û bajaroka Şiyûx Foqanî  bi 12 hawanan hatin topbarankirin.

Girê Spî

Gundên Hoşan, Evdokê, Sifiyan û Til Xan bi obîs, hawan û tankan hatin topbarankirin.

Eyn Îsa

Gundê Fatisa bi 10 obîsan hatin topbarankirin.

Minbic

Gundê Qert Wêran bi 2 obîsn hat topbarankirin.

26'ê Mijdarê:

HERÊMA EFRÎNÊ

Gundên Şewarqa, Tinib, Tatmaraş, Malikiyê, Merenaz, Elqemiyê, Meyasê, Soxaneke, Bêne, Aqîbê, Qinêtira, Til Enab, Samûqa, Til Madîq, Şêx Îsa, Bêlûniyê, Minnix, Til Ecar, Zîwan, Şealê, Seddê Şehba û bajaroka Til Rifat bi 311 obîs, 117 hawan û bi 5 guleyên tankê hatin topbarankirin.

Li gundê Til Madîq yê herema Şehbayê, hewldana êrişê ya çeteyan çêbû.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên Şewarxa û Menixê bombebaran kirin.

HERÊMA CIZÎRÊ

Til Temir

Gundên Ebûş, Şêx Elî, Dirdara, Gozeliyê û Til Leben bi 11 obîsan hatin topbarankirin.

Zirgan

Gundên Til El Werd, Xirbe Şiyîr, Rabîat, Zihêriyê, Bobî, Esediyê û newala Kura bi 15 obîsan û 3 hawanan hatin topbarankirin. Her wiha bi doçkayan hatin gullebarankirin.

Îro di seetên ber bi sibehê de çeteyên dagirker ji bo ku êrişê heremên me bikin li baregehê Evdilhey a girêdayî Zirganê kom bûn. Hêzên me li hember vê komên çeteyan seet di 04.30`ê sibehê de çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn.

Dêrik

Gundê Eyn Dîwar, Xerazreşk û deriyê Sêmalka bi obîsan hatin topbarankirin.

HERÊMA FIRATÊ

Kobanê

Gundên Xerîb, Beyadê, Çariqlî, Ziyaret, Qeremox Zorava, Zormixar, Gulteb, Cîşan, Siftek, Izahê, mezra Dawûd û bajaroka Şiyûx Foqanî bi obîs û hawanan hatin topbarankirin. Di encam de li gundê Çariqlî leşkerek hikumeta Şamê birîndar bû.

Girê Spî

Gundên Evdokê, Dibis, Hoşan, Xan, Qertel û kampa Eyn Îsa bi hawanan hatin topbarankirin û bi doçkayan hatin gullebarankirin.

Eyn Îsa

Gundê Fatisa bi 5 obîsan hat topbarankirin.

Minbic

Gundên Qert Wêran, Toxar û çiyayê Elhemam bi 7 hawan û 4 obîsan hatin topbarankirin.

Tirwaziyê

Bajarokên Um El Beramîl û Kenterî bi 6 guleyên tankê hatin topbarankirin.