‘An berxwedan an berxwedan’

Faşîzm û terora Tirk bê navber Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Ji Dêrikê heta Şehba bi balafirên şer û bi obus û havanan bombebaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker ji 19'ê Mijdarê ve êrîşên xwe bênavber li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Navendên xizmetguzar, perwerde, tenduristî û petrolê bombe dike.

Dewleta Tirk a dagirker ji Şehba heta Dêrikê tevahî bajar, bajarok û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike. Di van êrîşan de bêtir zarok, kal û pîr di serî de gelê sivîl dibin hedef.

KOMKUJÎ Û TALAN ÊDÎ BÛYE RÊBAZA FAŞÎZMA TIRK

Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi êrîşên topyekûn rûyê xwe yê faşîzm û terorê careke din dide nîşandan da ku bikaribe desthilatdariya xwe bide meşandin, aloziya aborî ya li Tirkiyê bide jibîrkirin û xwe li gel bide qebûlkirin.

Dewleta Tirk bi navê ola Îslamê diaxive û dibêje ez misilman im, lê tiştên ku dike ne li gorî Îslamê ye. Dewleta Tirk a dagirker bi navê ola Îslamî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û komkujiyên li ser gelên Sûriyê rewa dike. Lê dema mijar dibe Kurd her kes ker û lal dibe.  Dewleta dagirker jî bi vê piştgiriyê hemû çekên qedexekirî li serê gel û gerîla bi kar tîne. Li hember êrîşan helwesta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, an berxwedanî an berxwedanî ye û ew ê heta dawiyê têbikoşin.

DEWLETA TIRK NAVENDÊN PERWERDE Û TENDURISTIYÊ DIKE HEDEF

Êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser dibistanê jî metirsiyekê çêdike. Dewleta Tirk li gundê Koran ya li Rojhilatê Kobanê dibistanek kir hedefa xwe û bi temamî hilweşand. Bi dehan xwendekar ji perwerdeya xwe bêpar man, dîsa dagirkeriya Tirk di şeva 19’ê Mijdarê li nexweşxaneya Korona ya li Kobanê kir hedefa xwe û nexweşxane tevahî hat rûxandin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker navenda tenduristiyê yê li gundê Qeremox bombekir ku zêdetirî 10 gundan li wir xizmetên tenduristiyê werdigirt.

Dewleta Tirk rojnamevanên ku êrîşê dişopînin jî dike hedefa xwe. Dema rojnemevanên Kobanê xwestin ziyanên ku çêbûne ji raya gîştî re rabigîhînin, bûn hedefa balafirên dagirkerên Tirk û di encama êrîşê de nûçegîhanê Stêrk TV Mihemed Ceradê birîndar bû.

Dagirkeriya Tirk li Dirbêsiyê  jî li depoya genim da û depo ket halê ku êdî nayê bikaranîn.

Her wiha di 23’ê Mijdarê de li Nexweşxaneya Jiyan ya Covid 19 û saziya Newroz a li Kobanê da û gelek zirarên madî çêbûn. Artêşa Tirk a dagirker di 22’ê Mijdarê de cihê petrolê yê Gir Daholê, Lêlan û zeviyê petrolê yê El Ode yên li navçeya Tirbespiyê bi dijwarî bombebaran kir.

Di 23’ê Mijdarê de jî carek din stasyona Seîde ya komkirina petrolê, Zerabe, Skêl Hesenak, Al Qews, Maşûq, zeviyê El Oda, cihê petrolê, stasyona kehrebeyê ya Tirbespiyê bombebaran kirin, ew navendên navborî hemû ji xizmetê derketin.

Dagirkeran gundê Teqil Beqil a Dêrîkê bombebaran kir di encama wê de 11 sivîl ku yek jê Nûçegîhanê Ajansa ANHA Îsam Abdulah bû şehîd ketin.

Dagirkeriya Tirk her roj Eyn Îsa, Zirgan, Til Temir, Tirbêspiyê, Şehba, Til Rifetê topebaran dike. Her wiha dewleta Tirk li kampa Holê ya ku malbata bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê dihewîne, bi balafirên şer êrîş kir û hêzên parastina kampê kir hedef.  Dewletên garantor Rûsya û Emerîka çavên xwe ji hovîtiya dewleta Tirk re girtine û xwe bêdeng kirine. Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriye sûcê şer dike, dixwaze pergalan Osmaniyan ku 400 sal Sûriyê dagir kiriye dîsa vegerîne û bi vê re Mîsaq-i Milî pêk bîne.