Ji bo Şehîd Fewaz li Kobanê merasîm

Cenazeyê Fewaz Terboş ê li gundê Qenterê yê Kobanê şehîd bû, li Herêma Firatê bi tevlêbûna bi sedan kesan li Goristana Şehîd Dîcle hat veşartin.

Di merasîma veşartina cenazeyê şehîd Fewaz Terboş ku li gundê Qenterê yê Kobanê de di 22′ê Mijdarê de şehîd bûbû, şêniyên herêmê beşdar bûn.

Di merasîmê de hevseroka Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a herêma Firatê Hedle Hesen axivî û bêdengiya navneteweyî şermezar kir û êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi qirkirina pêkhateyên herêmê bi nav kir.

Hedle wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker navendên perwerdê û xizmetguzarî hedef digire, da ku gel bitirsîne. Lê çi dike bila bike, em ê li ser şopa şehîdan bin."

Hevserokê Akademiya Şehîd Amkîhan Cûdî ya herêma Firatê, Silêman Silêman wiha got: "Em gelekî ku ji dengê balafiran natirsin, ji ber em aşiqmendê azadiyê ne û kî aşiq be divê berdêlê bide."

Silêman diyar kir ku dê di dawiyê de serkeftin ê gelê herêmê be.

Di dawiyê de Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.