Newroz Ehmed: Xwedîderketina li Şoreşa Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye

Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed got, "Çawa ku em bi hev re xwedî li Kobanê, li Şengalê derketin, divê bi heman rengî xwedî li şoreşê, li Rojava derkevin. Ev xwedîderketin xwedîderketina li mirovahiyê ye."

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed destnîşan kir ku li dijî operasyoneke gengaz a bejahî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wan amadekariyeke xurt kirine û got, "Li dijî êrişeke bejahî ya gengaz, bi tecrûbeyên berê, bi asta moralê ya hêzên me û amadekariyan em bi temamî amade ne."

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiv da pirsên ANF'ê.

'ÊRÎŞ JI BER BÊDENGIYÊ ZÊDE DIBIN, DIVÊ HER KES LI BER RABE'

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Heta niha dema ku mirov bala xwe didin ser bîlançoya êrîşan dibîne ku bi giranî êrîş li ser sivîlan û binesaziya herêmê hatine kirin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Gelo ji ber ku nikare bi hêzên we yên leşkerî lewma êrîşî sivîlan dikin?

Dewleta Tirk êrîşên li ser herêmê timî dewam kir. Lê belê vê hefteya dawî êrîş berfireh bûn, bi çekên giran, balafirên keşfê û şer di asta herî bilind de dest bi êrîşê kirin. Bi taybetî di pêvajoyeke welê de ku şerê li Ûkraynayê di rojevê de ye û bala cîhanê tev li ser vî şerî ye, ji bo êrîşan weke firsendê nrixandin. Dewleta Tirk ev yek weke zextekê li ser Rûsya, Emerîka û welatên Ewropayê bi kar anî. Ev welat jî ji ber şerê Ûkraynayê tengav bûne û dewleta Tirk jî tawîz ji van welatan girt. Sûd ji berjewendiyan û bêdengiyê wergirt û êrîş berfireh kir. Dibe ku dewleta Tirk li gorî xala 51'ê ya Neteweyên Yekbûyî hinceta 'parastina ji 30 kîlometreyî' pêşkêş dike, lê belê êrîşên wê yên li ser xaka Sûriyeyê ji 60 kîlometreyî jî derbas kiriye. Dewleta Tirk di heman demê de bi hinceta ku sivîl mirin -bêguman em zanin bê kê kiriye, lê hîn zelal nebûye- asta êrîşên li ser Rojava zêde kir. Li hemberî vê yekê jî êrîşî sivîlên li Rojava kir û komkujî kir. Dema ku gel çû cihê bûyerê bi zanebûn careke din li wan xist. Cihên ku hatin bombekirin bi giranî cih û warê sivîlan e. Ne ku nekariye êrîşî hêzên leşkerî bike lewma êrîşî sivîlan dike, nexêr; bi zanebûn êrîşî sivîlan dike. Ji xwe di çapemeniyê de gelek caran anî ziman. Binesaziya herêmê, saziyên xizmetê ji gel re dikin, santralên elektrîkê, dibistan, nexweşxane, qadên petrol û mazotê di vê sermayê de hatin bombekirin. Her wiha ji ber zor û zehmetiya şert û mercên li herêmê jî mirovakî bi felaketekê re rû bi rû dimînin. Dewleta Tirk tevî vê yekê jî êrîşî binesaziyê dike. Bombe li emnarên genim barandin. Yanî êrîşî her devera ku pêwîstiya xelkê pê heye, dikin. Dixwaze ku gel herêmê biterikîne, nikaribe debara xwe bike, di çarçoveya polîtîkaya koçberkirinê de tevdigere. Helwesta gelê me û şervanên me ya li dijî van polîtîkayan xurt bû. Tevî ku bi hezaran bombe li herêmê barand, ewqasî bi balafirên keşfê û balafiran lê dan jî bêdengiyeke mezin heye. Li Ûkraynayê êrîş tenê li ser santraleke elektrîkê hate kirin, dinya rabû ser piyan, li dijî bêleektrîkhiştina gel dewlet ketin nava liv û tevgerê, xistin rojeva xwe û kirin hinceta pêkanînan. Lê belê li hemberî rewşa li herêmê bêdeng in. Eger dewleta Tirk êrîşên xwe di vê astê de zêde kiribe, ji ber vê valahiyê ye. Lewma divê her kes rastiay van êrîşan bibîne. Ji bo hincetên ku dewleta Tirk pêşkêş kirine bêne zelalkirin, em amade ne ku wezîfeya xwe bi cih bînin. Lê belê divê her kes jî ji bo vê hewl bide û haya xwe ji planên dewleta Tirk hebe.

'WÊ LI TEVAHIYA HERÊMÊ BELAV BIBE'

Rewşa dawî ya êrîşan çi ye? Dibe ku ji bejahî ve êrîşek bê kirin? Êrîşek ji bejahî ve çêbibe wê li hemberî tevahiya herêmê be?

Êrîş bi giranî dewam dike. Eger ev bêdengî dewam bike wê dewleta Tirk êrîşên xwe berfirehtir bike. Gava wan a destpêkê jî mîna ku timî dibêjin wê xeta ji 30 kîlometreyî be. Rojên dawî ev anîbûn ziman. Lê belê êrîş ne tenê li ser herêmekê ye. Wan bi xwe navê hin herêman dan û diyar kiribûn ku wê gav bi gav dagir bikin. Dibe ku temamiya herêmê nekin hedef, lê belê gav bi gav wê bixwazin tevahiya herêmê dagir bikin. Plaan wan, herêma ku li gorî xwe dixwazin bikin 'herêma ewle' dagirkirina tevahiya herêmê ye. Li hemberî êrîşa bejahî ya gengaz me li hemû herêman amadekariyên xwe temam kirine. Divê gelê me ji êrîşeke bi vî rengî re amade be. Demeke dirêj e êrîşeke ji bejahî di rojeva me de ye. Me gelek caran got. Eger êrîş bê kirin wê tenê li herêmekê nemîne, ji xwe nêzîkatiya dewleta Tirk jî ne tenê li ser herêmekê ye. Êrîşa li ser qadekê wê aramiya tevahiya herêmê têk bibe. Gelek hêz vê yekê ji xwe re dikin firsend û xwe xurt dikin, jê sûdê werdigirin. Di serî de DAÎŞ gelek hêz van şert û mercan ji xwe re dikin firsend.

'AMADEKARIYA ME YA LI DIJÎ ÊRÎŞA JI BEJAHÎ VE TEMAM BÛYE'

Li hemberî êrîşeke gengaz a bejahî amadekariyên we çi ne?

Ji aliyê hêzên leşkerî ve amadekariyên me gelekî xurt in. Li gorî demên beriya niha hem xwedî tecrûbe ne, hem jî di mijara amadekariyê û morala hêzên leşkerî de em bi temamî amade ne. Dema ku mirov bala xwe bidin ser rewşa hefteya dawî mirov dikare bibêje ku performans, potansiyela hêzên me ya ji bo parastina xak û gelê xwe, coş û moralê hêzên me bilind e. Amadekariyên me li gorî demên berê hîn xurtir in. Ji xwe hêzên me yên leşkerî her tim di pozîsyona şer de bûn, lê belê niha ji bo bersivê bidin şer hîn bêhtir amade ne. Bêguman helwesta gel a li hemberî van êrîşan pîroz bû. Her gavê xwedî li berxwedana hêzên xwe yên leşkerî derket û piştgirî da. Îro jî di heman çeperê de di heman şert û mercan de metirsî dewam dike. Ji ber vê yekê sekna pîroz a gel ji bo hêzên leşkerî bû moral, bû wesîle ku sekneke hîn xurtir nîşan bide. Di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de gel û hêzên me yên leşkerî gihîştin hev. Çawa li Şêxmeqsûdê, li Kobanê û dema dawî li Xiwêranê di dema êrîşa li ser Girtîgeha Sînaayê de gel û hêzên leşkerî bi hev re tevgeriyan, îro jî rewş bi heman rengî ye. Gelê me ne li pişta hêzên leşkerî ye, bi hêzên leşkerî bi xwe re ne û ev yek ispat kiriye. Gelê me peyameke bi vî rengî da. Yekbûneke xurt heye. Em ji her demê bêhtir xurt in. Bi yekbûna gel û hêzên leşkerî em ê êrîşan têk bibin.

Dewleta Tirk di êrîşan de timî dibêje 'ajanên me yên li qadê'. Operasyona Sondê ya beriya niha bi demekê hatibû destpêkirin, gelo di kîjan astê de ye?

Di encama têkoşîna me de ya li hemberî polîtîkayên qirêj, nûçeyên derewîn, şerê taybet, şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk û MÎT'ê, li herêmê di asteke bilind de berpirsyariyek çêbû. Operasyonên me dewam dikin. Hem di mijara şerê li çeperan, hem jî di mijara polîtîkayên qirêj de li hemberî hemû êrîşan em bi hemû hêza xwe operasyonan dewam dikin û amadekariyên me hene.

ROLA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ

Di bombardûmanê de çekên NATO'yê hatin dîtin. Her wiha tê gotin ku bi Rûsyayê re jî li hev kirine. Yanî xuya ye destûr ji hêzên navneteweyî wergirtine. Hevdîtinên we bi van hêzan re li ser mijarê hene? Di mijara hêzên navneteweyî de helwesta we çi ye?

Di vê mijarê de gelek hevdîtinên me çêbûn. Tirkiye dewleteke endamê NATO'yê ye û polîtîkayên wan jî tê naskirin. Malzemeyên leşkerî yên ji aliyê dewleta Tirk ve têne bikaranîn, bêyî destûra NATO'yê nikarin bêne bikaranîn. Kiryarên dewleta Tirk ji nedîtî ve tên, lê belê di heman demê de îdîa dikin ku li hemberî dewleta Tirk gef heye û dibêjin 'mafê dewleta Tirk e ku li hemberî gefan hebûna xwe biparêze'. Hêzên ku li pişt dewleta Tirk disekinin, êrîşên ewqasî giran ên li ser herêma me û hêzên me rewa dibînin. Komkujiyên ku bi van çekan li gelê me têne kirin, ji nedîtî ve tên. Bi roleke bi vî rengî radibin. Rewşa ecêb jî ew e ku dewleta Tirk kuştina zarokekî û mamosteyekî kir hincet û êrîş kir. Tevî ku ti eleqeya me pê re nîne jî bombeyan li cih û warên sivîlan dibarîne, sivîlan û zarokan qetil dike, lê belê li hemberî vê komkujiyê hîn jî helwest nayê nîşandan, bêdengî dewam dike. Em vê rewşê di çarçoveya polîtîkaya û berjewendiyên heyî de dinirxînin. Bi dîtina me divê helwesteke hîn xurtir bê nîşandan. Dibêjin ku ji bo êrîşên dewleta Tirk berfireh nebin ew di nava diyalogê de ne, lê belê ji ber ku helwesteke xurt nîşan nadin, dewleta Tirk bêhtir êrîşan dike. Lewma helwest û bêdengiya van hêzan û êrîşên têne kirin ji hev cuda nîne.

'DIVÊ WELATÊN EREB Û HIKUMETA ŞAMÊ HELWESTEKE TUND NÎŞAN BIDIN'

Êrîş her wiha li ser leşkerên hikumeta Şamê hatin kirin. Heta niha ji rêveberiya Esad nerazîbûnek nehatiye nîşandan. Nêzîkatiya Şamê ya li êrîşan çawa ye?

Êrîşên têne kirin ne tenê li ser hêzên me ne. Li dijî tevahiya xaka Sûriyeyê ye. Ew bi xwe jî dibêjin, eger metirsî hebe em ê ji 30 kîlometreyî derbas bibin. Qala Reqa û gelek herêman dikin. Planeke êrîşê ya berfireh li ser tevahiya xaka Sûriyeyê heye. Em zanin ku ev plansaziya ji bo serweriya li ser tevahiya xaka Sûriyeyê ji dema Osmanî ye. Lewma ne tenê li dijî gelê Kurd e, li dijî hebûna gelên tevahiya herêmê ye. Êrîş li ser gelên me yên Ereb û Suryanî hate kirin, mirov dikare di vê der barê de gelek mînakan jî bidin. Li dijî xaka Sûriyeyê, li hemberî gelên herêmê bi taybetî jî li dijî gelê Ereb e. Lewma divê helwesteke hîn tund bê nîşandan. Hikumeta Sûriyeyê di rewşa heyî de nikare li ber êrîşan rabe, rewşa wê li holê ye. Lewma helwseta welatên Ereb gelekî girîng e. Li gorî plana dewleta Tirk, hedef li ser hemû welatên Ereb û gelê Ereb e. Helwesta welatên Ereb a li hemberî vê rastiyê, divê hîn xurt be. Bi hikumeta Sûriyeyê re jî diyaloga me û xebatên me yên hevpar dewam dikin. Li ser xeta sînor hene. Li gelek deverên ku êrîş lê hate kirin leşkerên artêşa Sûriyeyê birîndar bûn, hinekan jiyana xwe ji dest dan. Lê belê helwesta tê xwestin hîn nehatiye nîşandan. Li hemberî plan û êrîşan divê welatên Ereb û hikumeta Şamê helwesteke giştî nîşan bidin.

Êrîş li ser Kampa Holê û zindanên DAÎŞ'î lê ne, hate kirin. Li zindanên ku DAÎŞ'î lê ne û kampên ku malbatên DAÎŞ'î lê ne rewşa dawî çawa ye?

Weke ku me berê jî got, li hemberî êrîşan em ê wezîfeya xwe bi cih bînin. Soza ku me dane gelê xwe em ê pêk bînin û amadekariyên me jî hene. Lê belê di asta heyî de dibe ku parastina zindanan û Kampa Holê hinekî zehmet be. Di êrîşên li ser Kampa Holê de 8 şervanên me şehîd bûn. Tevî van zehmetiyan jî em dixwzin kontrol bikin. Ji ber ku em zanin ev metirsî li dijî tevahiya cîhanê û gelên herêmê ye. Bêguman a ji destê me tê em ê bikin. Lê belê êrîş bi vî rengî dewam bikin û girantir bibin, parastina van deveran wê nepêkan be.

'MÎNA XWEDÎDERKETINA LI KOBANÊ Û ŞENGALÊ DIVÊ XWEDÎ LI ŞOREŞÊ BÊ DERKETIN'

Li çar aliyên cîhanê bi dirûşma 'Rojava biparêze' çalakî têne lidarxistin. Kurdistanî tevî dostên xwe li qadan e. Raya giştî ya cîhanê li hemberî êrîşan bi roleke çawa dikarin rabin?

Sekna ku gel û dostên şoreşê di vê pêvajoyê de bi dirûşma 'Em Rojava biparêzin, Kobanê biparêzin' nîşan dan, careke din silav dikin û malîavayiya wan dikin. Bi rastî jî li gel zor û zehmetiyan gelê me jib o xwedîdekretina li rêveberî û hêzên xwe daketin qadan. Peyameke xurt nîşan dan. Sekneke xurt nîşan dan. Bi xurtî xwedî li nirxên berxwedanê derketin. Haya xwe ji wezîfe û berpirsyariyên xwe heye. Çawa ku bi hev re em xwedî li Kobanê û Şengalê derketin, gelekî girîng e ku bi heman ruhî xwedî li şoreşê, xwedî li Rojava derkevin. Bêguman pêwîstî bi têkoşîneke piralî heye. Gelê me û dostên me li gelek qadan sekn û rêbaza vê têkoşînê nîşan dan.